1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Duhokê 10 hezar penaber dijîn
Li Duhokê 10 hezar penaber dijîn,li,duhokê,10,hezar,penaber,dijîn

Li Duhokê 10 hezar penaber dijîn

Serokê Rêveberîya Koç û Koçberan a Dihokê diyar kir ku li Dihokê hêjmara penaberên Rojavayê Kurdistanê gihaştiye 10 hezar kesan û niha 700 malbat bi fermî li Dihokê dijîn

A+ A-

Serokê Rêveberîya Koç û Koçberan a Dihokê diyar kir ku li Dihokê hêjmara penaberên Rojavayê Kurdistanê gihaştiye 10 hezar kesan û niha 700 malbat bi fermî li Dihokê dijîn.

Pêştî qeyrana li Sûriye gûr bû bi dehan kes û malbat hatin Herema Kurdista ya Federal. Îro li ser vê rewşa penaberan Serokê Rêveberîya Koç û Koçberan a bajarê Dihokê daxuyanî da û diyar kir ku hejmara penaberên Rojavaya Kurdistan li Dihokê gihaştiye 10 hezar kesan. Serokê Komeleyê da zanîn ku niha 700 malbat bi fermî li Dihokê dijîn. Berî niha nûnerê hikumeta Malikî, Elî Debax ragihandibû ku ji ber rewşa ewlekariya li Iraqê ew nikarin pêşwaziya penaberên Sûriyê bikin. Lê îro li hemberî wê serokwezîr Nûrî Malikî biryar da ku êdî ji vir û pê ve hêzên ewlehî û heyva sor ya Iraqê pêşwaziya penaberên Sûriyê bikin û hevkarî û xizmeta wan bikin.

(ak/mae)