Li Duzxûrmatû 3 gund hatin kontrolkirin
pêşmerge, gêrîlla pêşmerge, gêrîlla Arêz Germiyanî
Hêzên pêşmergeyan li Duzxûrmatû operasyonek berfireh li hemberî çeteyên DAIŞ’ê dan dest pê kirin û 3 gundên di destê DAIŞ’ê de rizgarkirin. Li gor agehariyan pêşmergeyan darbeyek giran li DAIŞ’ê dane û niha ew gund di bin kontrola pêşmergeyan de ne.
Berdevkê lîwaya 16 ya Silêmaniyê li sînorê Duzxûrmatû neqîb Rêkewt Mihemed ji RojNewsê re li ser rewşa Duzxûrmatû û gundên derdûra wê axivî. Rêkewt Mihemed wiha got: “Îro danê sibehê lîwaya 16 a Silêmaniyê bi piştgiriya hêzên piştgiriyê yên 2 û hêzên din ên li vê derdorê, êrişî çekdarên DAIŞ’ê yên li gundên Hilîwey Gewre, Hilîwey Biçûk û Bîr Ehmed kirin. Di demekî kurt de hersê gund ji çekdarên DAIŞ’ê hatin paqijkirin.”
Berdevkê lîwaya 16 wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Me wekî hêzên lîwaya 16 ên Silêmaniyê êriş kir û yên din piştgiriya me kirin. Me karî hersê gundan ji çekdarên DAIŞ’ê paqij bikin û hersê gund ketin bin kontrola hêzên pêşmergeyan de.”
Rêkewt Silêman diyar kir ku wan darbeyekî mezin li DAIŞ’ê dane û ev tişt got: “Me di wî şerî de darbeyekî mezin li DAIŞ’ê da. Li wan gundan 2 pêşmerge bi awayekî sivik birîndar bûn û niha ew gund di bin kontrola pêşmergeyan de ye.”
Berdevkê lîwaya 16 ya Silêmaniyê li sînorê Duzxûrmatû neqîb Rêkewt Mihemed ragihand ku sînorê ji bo wan hatî diyarkirin ji aliyê wan ve hatiye kontrolkirin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Sînorê ku ji bo me hatî diyarkirin, me karî em kontrol bikin. Em li benda biryara yên li jora xwe ne û ji bo em cihên din kontrol bikin.”