1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Dêrikê mihrîcana sîrkê hate lidarxistin
Li Dêrikê mihrîcana sîrkê hate lidarxistin,li,dêrikê,mihrîcana,sîrkê,hate,lidarxistin

Li Dêrikê mihrîcana sîrkê hate lidarxistin

A+ A-

Li navçeya Dêrika Mêrdînê bi beşdariya 150 hunermendên sirk û kolanan ên neteweyî û navneteweyî ku ji 20 welatan hatin, "Mihrîcana Hunermendên Kolanan û Sîrkê yên Mezopotamya u Navneteweyî bi coşek mezin pêk hat.

Komeleya Çand û Ciwanan a Mêrdînê; di çarçoveya "Bernameya Ciwanan a Yekitiya Ewropayê de bi piştgiriya Şareariya Dêrikê û 14 saziyên din bi beşdariya 150 hunermendên sirk û kolanan ên neteweyî û navneteweyî ku ji 20 welatan hatin, "Mihrîcana Hunermendên Kolanan û Sîrkê yên Mezopotamya u Navneteweyî" pêk anî. Mihrîcana ku hunermendên ji welatê Îtalya, Fransa, Portekiz, Îsveç, Yunanistan, Îngilîstanê, Çin û Tirkiye jî di navde ji 20 welatan pêk dihat li Dêrikê bi coşek mezin pêk hat. Di mihrîcanê de komên dans, muzik, Akrobasi, şano, lîstikên agir, lîstikên gel ên Şaredariya Dêrikê li ber Şaredariya Dêrikê huner û lîstikên xwe pêşkêş kirin.

Di mihrîcanê de wekîlê Şaredariya Dêrikê Dogan Ozbahçeci, anî ziman ku ew ji vê mîhrîcanê kêfxweş in û ev yek dibe sedema ku çandên cuda hev nas bikin û şewirmendiyê xurt bikin.

(mae)