Li Dêrsimê deqkirina mirovan didome
Di Dêrsimê 3 meh berê li navçeya Hozatê mirov hatin deqkirin. Niha jî reşkirin li gundê Goçekonakê ya navçeya Pilimoriyayê ya Dêrsimê derket holê. Keyayê gund Cahît Sadik serî li Şaxa ÎHD'ê ya Dêrsimê da û alîkarî xwest.
YASİN KOBULAN
Di Dêrsimê 3 meh berê li navçeya Hozatê mirov hatin deqkirin. Niha jî reşkirin li gundê Goçekonakê ya navçeya Pilimoriyayê ya Dêrsimê derket holê. Keyayê gund Cahît Sadik serî li Şaxa ÎHD'ê ya Dêrsimê da û alîkarî xwest. Nûnerê ÎHD'ê yê Dêrsimê Prz. Bariş Yildirim, diyar kir ku fikara wan a herî mezin biryara deqkirinê ji Enqereyê tê.
Di Dêrsimê 3 meh berê li navçeya Hozatê Şaredar Cevdet Konak, rêveberên BDP'ê û welatî jî di navde gelek kes hatin deqkirin. Derketibû holê ku bi fermana Qeymeqamê Hozatê hatin deqkirin. Niha jî reşkirin li gundê Goçekonakê ya navçeya Pilimoriyayê ya Dêrsimê derket holê. Keyayê gund Cahît Sadik serî li Şaxa ÎHD'ê ya Dêrsimê da û alîkarî xwest. Keya Cahît Sadik, diyar kir ku di sala 2002'an de Fermandariya Cendirmeyan a Qereqola Pira Sor fotokopiya nasnameyan ji wan xwestibûn û agahiyên der barê wan de kom kiribûn. Sadik, anî ziman ku leşkerên qereqolê hatin gund û wêneyên welatiyan kişandin û wiha got: "Dema min ji wan pirsa "Hûn çima wêneyên me û fotokopiya nasnameyên me dikişînin?" pirsî gotin ferman dane me. Em fermonê pêk tînin. Min got di salên 37-38'an de hamû malbata min hat sirgûnkirin. Hûn dixwazin vê pêvajoyê dîsa paşve vegerînin. Dîsa pirsa hûn ji kijan eşîrê ne pirsî. Van pirsan em xistin nava fikaran. Her tim leşkeran gotin ew li gorî fermanê tev digerin û fermanê bi cih tînin."
Keya Sadik, anî ziman ku ne tenê li gundê wan, agahiyên welatiyên gundên li herêma Pira Sor hemû kom kirin û qeydî kompîtûrê kirin. Di sala 2006'an de 36 kes hatin deqkirin. Wê demê sercerdevan navê me dabû. Wê demê ji bo me her yekî nûmara dabû. Ew nûmara li qereqolê hene. Min bi çavê xwe dît.
'Li hemû bajêr hatin deqkirin
Nûnerê ÎHD'a Dêrsimê Prz. Bariş Yildirim jî piştî serlêdana Keya Cahît Sadik qebûl kir û şûnde, bertekên xwe anîn ziman û xwest bi lezgîn der barê vê yekê de Serdozgerê Komarê yê Meletiyê lêkolînê pêk bîne. Yildirim, ani ziman ku mijara deqkirinê tenê li herêmekê pêk nehatiye û li hemû bajar deqkirin heye. Yildirim, da zanîn ku li hemû bajar deqkirin heye. Welatiyekî gundê Goçekonakê zerî li komeleyê da û diyar kir ku ji sala 2000'an heta niha zextên Qereqola Pira Sor a li ser welatiyan zêde ye. Welatiyê serî li me da diyar kir ku leşkerên fermandariyê agahiyên tekakesî distîne û fotokopiya nasnameya wan digire. Hiştî di sala 994'an de welatiyek ji aliyê Mahmut Yildirim (Yeşil) ve hat qetilkirn welatî ditirsin.
Yildirim anî ziman ku di salên 1938'an de li Dêrsime komkujî pêk hatibû ev bûyer û geşedanên li herêmê pêk tên dîsa salên 1938'an ên komkujiya Dêrsimê tîne bira wan. Yildirim, anî ziman ku ew bi fikarin û xwest Dozgerê Komarê yê Meletiyê der barê vê yekê de lêkolînê bide destpêkirin.
DİHA