1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Dîlokê mufredata olî!
Li Dîlokê mufredata olî!,li,dîlokê,mufredata,olî

Li Dîlokê mufredata olî!

A+ A-

09:22 07.04.2014

NAZIM DAŞTAN

DÎLOK (DÎHA) - Li Şehîtkamîla Dîlokê di bin navê Şaredariya AKP'ê ya Şehîtkamîlê de Tesîsa Civakî ya Necîp Fazil Kisakurek hatî vekirin li tesîsa civakî de ji cîhê mufredata Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve mufredata olî dide zarokên dibistana dayîkê. Pirtûkên ku di çarçoveya vê perwerdehiyê de tê amadekirin di her listîk û reftar û tevgerê ku pêwiste bike de materyalên olî tê bikaranîn û hewldidin perwerdehiyê bide. Perwerdekarê bi navê A.D. diyar kir ku berê divê saziyê de xebitiye û wiha got: "Zarokan bi agahiyên netendirûstî mezindikin."

Li Şehîtkamîla Dîlokê di bin navê Şaredariya AKP'ê ya şehîtkamîlê de Tesîsa Civakî ya Necîp Fazil Kisakurek hatî vekirin û li vê tesîsê dibin navê projeyên cûr be cur de li ji cîhê mufredata Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve li gor mufredatê olî perwerdehiyê dide zarokên dibistana dayîkê. Pirtûkên ku di perwerdehiya tesîsa civakî de tê bikaranîn yên 2013-2014'an ya ku "Bernameya Mufredata Bêrê Dibistanê ya Navenda Malbata" li sernivisan dide di navaroka pirtûkê de nivisên bibandor li berçavê me dikeve. Di beşa destpêkê ya pirtûka Bernameya Perwerdehiya Bêrê Dibistanê de lîsteya duayan hatî rêzkirin, Di beşa naskirinê de mamoste weka "Xwişka Mamoste" hatî naskirin. Di silav dayîna pirtûkê de têgînê erebe "Selam aluykum" û "Aleykum Selam" hatî bikaranîn. Weneyên zarokên biçûk de keçik sergitî hatî revekirin. Lîstikên ku hînê zarokan dike bi tîpên erebî hîndikin. Ev yek şanepirsan di serê mirovan de dihêle.

'pirtûk ji materyalên olî pêktê'

Perwerdekarê bi navê A.D. diyar kir ku berê li wî saziyê de kardikir heta roja îro pirtûkekî ku ewqas bi materyalên olî hatî nivisandin nedîtiye. A.D anî ziman ku feraseta bivê rengê ya perwerdehiyê xetere bê ku civakê bê şiyarkirin bi kiryarên bivî rengî hewldidin ku pergala olî belavbike. A.D destnişan kir ku ev firaset û li gorî pergala heyî ya perwerdehiyê nagunce û dixwazin dibin navê olê de bigehek cûda avabikin û wiha got: "Ez wek perwerdekarek li hemberî olê nînim ev rewş rewşek cudaye ev kiryar nayê qebûlkirin. Ev yek tendirûstî nîne. Ev bang dayîk û bavan dikim zarokên xwe neşine cihên wisan. Di pirtûkê de serê zarokan digre ev yek çiye ez dixwazim bipirsim."

'Zarokan bi agahiyên netendirûstî mezindikin'

A.D diyar kir ku di naveroka pirtûkê de di heman demê de hewldidin zimanê erebî hênê zarokan bikin û wiha got: "Li gorî ku ez dixwazim têgehên Kek û Xwişk yên cemaatê ye. Di pirtûkê de mamoste xwe weke xweşk dide naskirin di virde fikra xirab heye. Divê ev yek bê lêpirsîn. Zarok bi agahiyên netendirûstî mezindikin."

(my)


Bêjeyên Miftehî