Li Edeneyê bûyer rû dan
A+
A-
EDENE (DÎHA) - Li Edeneyê ciwanan ji bo şermezarkirina şîdet û qatlîama dewletê ya li bajarên Kurdistanê meşek li dar xistin û polîsan êrîşî ciwanan kirin. Di bûyerên ku qewimîn de polîsan ciwake derb kirin û binçavkirin.
Li navçeya Seyhanê ya Edeneyê ciwanan bi meşekî şîdet û qatlîamên polîsan a li bajarên Kurdistanê şermezar kirin. Li taxa Gulbahçeyê di çalakiya deng derxistinê de ciwanan meş li darxistin û polîsan êrîşî ciwanan kirin.
Piştî ku ciwanan bersiv dan bûyer derketin. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî taxên Gulbahçe û Dagliogluyê kirin. Ciwanan jî bi kevir, molotof û fîşekên hewayî ve bersiv dan polîsan.
Piştî pevçûnên heta saetên dereng ên şevê berdewam kir, di encama bûyeran de ciwanek bi derbkirinê hate binçavkirin.
(sa)
Bêjeyên Miftehî li,edeneyê,bûyer,rû,dan