1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Edeneyê nêçîra Kurdan!
Li Edeneyê nêçîra Kurdan!,li,edeneyê,nêçîra,kurdan

Li Edeneyê nêçîra Kurdan!

A+ A-

Edene - Polîsên girêdayê Miduriyeta Polîsan ya Edeneyê beriya 15'ê tebaxê li taxên ku piranî Kurd lê dijîn operasyon li dar xist û bi ser gelek malan girt. Hate zanîn ku, gelek kes hatiye binçavkirin.

Polîsên ku girêdayê yekîneyên TEM'ê ya Miduriyeta Polîsan ya Edeneyê ne, beriya 15'ê tebaxê li taxên Daglioglû, Şakîrpaşa, Gulbahçe, Barbaros, Anadolû û 19 Mayisê ya girêdayê navçeyên Seyhan û Yuregîre, operasyon li dar xistin û di ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan ya hemwext de piştî lêgerîna malan, gelek kes hate binçavkirin. Derbarê hejmara kesên hatine binçavkirin heta niha agahiyek zelal nehate bi dest xistin, kesên ku hatine binçavkirin li Miduriyeta Polîsan ya Edeneyê tên girtin.

Kesên di encama operasyonê de hatibûn binçavkirin û navê wan hate diyarkirin ev in: Farûk Akay, Hasan Çelîk û Huseyîn ê ku nasnavê wî nehate zanîn.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî