Li Efrîn pevçûnên dijwar
EFRÎN 01.11.2013 10:02:08 Li gundê Ziyaretê û Xirêbke yên navçeya Şêrawa ya Efrînê di navbera şervanên YPG'ê û komên çete yên DAIŞ'ê de pevçûnên dijwar rû dan.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatine girtin, duh di saetên êvarê de hêzên YPG'ê komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ku xwe li gundê Ziyaratê bi cih kirine, dorpêç kirin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku îro jî saet di 07:30'an de di navbera şervanên YPG'ê û komên çete yên DAIŞ'ê de pevçûnên dijwar rû dane. Hate hînbûn di encama pevçûnan de komên çete xwe yên xwe paşve kirşandina xwe li gundê Xurêpkê bi cih kirine. Pevçûn li herdu gundan bi dijwarî dewam dikin.
Li aliyê din jî hate gotin ku Yekîneya Tankan a YPG'ê baregehên çeteyan ên li gundê Ziyaretê û Xirêbke kirine armanca çalakiyên xwe. Derbarê kuştî û birîdaran de tu agahî ne hatin bidestxistin.