1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Efrînê lîstikên qirêj yên li ser YPG'ê!
Li Efrînê lîstikên qirêj yên li ser YPG'ê!,li,efrînê,lîstikên,qirêj,yên,li,ser,ypg,ê

Li Efrînê lîstikên qirêj yên li ser YPG'ê!

A+ A-

NAZIM DAŞTAN

EFRÎN (DÎHA) - Ji fermandarên YPG'ê Elî Efrînî têkildarî tevgera di rojên dawî de li derdora Kantona Efrînê ya Rojava pê tê agahî dan û diyar kir ku hinek komên pêşengiya wan El-Nusra dike dixwazin di navbera gelê ereb û YPG'ê de rageşiyê derbixin û dixwazin li herêmê aramiyê xirab bikin. Efrînî hemû hêz hişyar kirin û xwest ku gelê ereb neyê van lîstikan.

Şer û pevçûnên li gundê Nubil û Zehra yê Helebê yê di navbera çeteyên El-Nusra û rejîmê de dijwar bûn. Gundên li ser sînor yên Kantona Efrînê dixwazin tevlî şer bikin. Fermandarê YPG'ê Elî Efrîn yê herêma Şêrava yê gundê Mezin têkildarî şer û pevçûnên li herêmê de agahî dan.

'Dixwazin di nava YPG'ê û ereban de rageşî derxin'

Fermandarê YPG'ê Elî Efrînî diyar kir ku di serî de çeteyên El-Nusra û hinek komên girêdayî AAS'ê me ji herêmê derxistin û me herêm kontrol kir. Efrînî bilêv kir ku çeteyên El-Nusra dixwaze derdorê Kanotan Efrînê kontrol bike. Bi vê boneyê şer û pevçûn di van demê dawî de li derdora gundê Nubil û Zehra dijwar bûn. Efrînî têkildarî agahiyên weke YPG'ê dest daniye li ser axa welatiyên ereb derewand û wiha got: "Dixwaze bila kurd be yan jî ereb be wê ev rewşê neguhere. Lê belê li hinek cihê sitratejîk me çeper girtîne. Bi vê boneyê em tenê axa xwe ya li heberî gefên êrîşan diparêzin. Di destpêkê çapemenî û tevahî gel dikare were vir rewşê bibîne."

'Dixwazin me bikêşin nava şer'

Efrînî destnîşan kir ku di destpêkê de bi gelê ereb bi tevahî gelê herêmê re têkiliyek biratiyê danîne, hinek kom dixwazin aloziyê dinava gelê ereb û YPG'ê de derxe. Efrînî derbirî ku bi sala ne em weke gelê herêmê bi hevre dijîn. Heya nih tu êrîşên çeteyên El-Nusra li ser Efrînê çênebûye. Niha tenê AAS'ê û rejîm li herêmê şer dike. Efrînî diyar kir ku "çapemeniya nêzî komên çeteyên El-Nusra dibêje YPG li gundê Nibil û El Zehra hevkariya rejimê dike, bila her kes zani be bi tu awayî me hevkariya El-Nusra ne kiriye. Tenê em xaka xwe diparêzin. Tu eleqa me bi wan re tuneye. Me êrîşî tu kesê ne kirikye û em ê êrîş jî nekin. Lê belê li heberî hemberî hemû êrîşan ji em di nav hemû amadekariyan de ne."

Efrînî diyar kir ku komên çete û hêzên derdor dixwazin tevahiya Rojava bixin nava şer û wiha got: "Em vê lîstika qirêj lanet dikin. Em dîsa van hêzan hemû hişyar dikin ku dest ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berdin." Efrîn di dawiya axaftina xwe de bang li gelê ereb kir û ev tişt gotin: "Bi sala ne em bi hev re weke birayan dijîn, pêwîste em neyên van lîstikên qirêj, ger pirsgirêkek hebe jî em di nava xwe de dikarin çareser bikin."

(oî/wk)