Li Efrînê teqîn: 50 birîndar hene
EFRÎN – Li benda kontrolê ya gundê Xezawiyê ku koçber tê re derbasî Efrînê dibin, teqînek rû da. Di encama teqînê de 50 kes birîndar bûn.
Nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandin ku îro di seat 08.15’an de li ser benda kontrolê ya gundê Xezawiyê yê navçeya Şêrewa teqînek rû da. Guman heye ku teqîn ji ber derbeyek balafirên şer pêk hatibe.
Li gorî agahiyên destpêkê ku ji herêmê tên wergirtin, di encama teqînê de 50 kes birîndar bûne. Heya niha agahî derbarê qurbaniyan de nehatin wergirtin.
Hemû birîndar rakirin nexweşxaneya Avrîn û li wir tên dermankirin.
Benda kontrolê ya gundê Xezawiyê yek ji deriyên ku koçberên ji ber êrîşên rejîma Baasê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker direvin, tê re derbasî Efrînê dibin.
Heya niha nehatiye zanîn ka teqîn ji ber çi ruda ye.
(ekîp/ne)
ANHA