Li Efrînê çeteyan êrîşê malan kir
Li Efrînê çeteyan êrîşê malan kir: 2 kes mirin
ANFLEZGÎN / 13:01 / 27 Rezber 2012 Efrîn - Li bajarê Efrînê komek çeteyên çekdar, êrîşî malên du endamên Komîtiya Parastina Sivîl kirin. Di encama pevçûna derketiye de 2 endamên parastinê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, komeke çeteyên çekdar li gundê Îska yê girêdayî Navçeya Şêrawa ya Efrînê, saeta derdora 10.00'an de êrîşî 2 malên endamên Komîteya Parastina Sivîl kirin. Di encama pevçûna derketiye de, endamên Komitiya Parastina Sivîl ên bi navê Ciger û Zubeyir jiyana xwe ji dest da. Hate gotin ku ji aliyê êrîşkar jî kesên mirine hene...
Hate hînbûn ku ev komên çeteyan çek, pere û fermanan ji Tirikiyeyê digirin û girêdayî Selah Bedredîn ku niha li Tirkiyiyê rudine ne. Heman çetan çend roj beriya niha jî, dîsa li Şêrawa êrîşî mala welatiyekê kiribû û di encamê de kesek birîndar bibû. Tê gotin ku Partiya Azadî jî piştgiriyê dide van çeteyan.
Selah Bedredîn Serokê Partiya Îttîhat Eşşam a li Rojavayê Kurdistanê bû. Piştre demekê çû Iraqê û di bin parastina rejîma Sedam de ma. Piştre jî demekê li Başurê Kurdistanê ma û herî dawî jî çû Tirkiyeyê.
ANF NEWS AGENCY