Li Elbakê dikan hatin girtin û alozî didome
WAN 03.07.2014 15:56:51 Cenazeyê kesê di şerê li Elbakê de jiyana xwe ji dest da û tê îdîakirin gerîllayê HPG’ê ye şandin Meletî. Li navçeyê ku gel deriyên dikanên xwe girtin alozî didome.
Li mezraya Dirîşk a girêdayî gundê Xaşkan a Elbaka Wanê şevê din ku şerek rû da, cenazeyê kesê di şer de jiyana xwe ji dest da û tê îdîakirin gerîllayê HPG’ê ye bi helîkopterê şandin Meletî.
Elbak jî aliyê polîs û leşkeran ve hatiye dorpêçkirin û dîsa rêya Wan-Elbak ji aliyê polîs û tîmên taybet ve hatiye girtin. Li navçeya bajêr ku bend hatin danîn, hat ragihandin ku di navbera gel û hêzên dewletê de pevçûnan rû daye. Li navçeyê alozî didome.
Hat ragihandin ku li gor saeta herêmê saet ber bi 17.00'an polîsan bombeyên gazê avêtin avahiya şaredariya BDP'yî û rêxistina BDP'ê. Pevçûn ku li navçeyê didomin Hevşarederên Îpekyolê û rayedarên BDP'ê hatin navçeyê.