1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Li Elkê 54 leşker-polîs hatin kuştin"
"Li Elkê 54 leşker-polîs hatin kuştin",li,elkê,54,leşker,polîs,hatin,kuştin

"Li Elkê 54 leşker-polîs hatin kuştin"

HPG: Li Elkê 54 leşker û polîsên Tirk hatin kuştin 50 jî birîndar bûn û helîkopterek Skorsky hate xistin

A+ A-

Encamên çalakiya hemwext di 2’yê Îlonê de li navçeya Elkê ya Şirnexê ji aliyê gerîlayan ve hate pêkanîn aşkere kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirn ku 54 leşker û polîsên Tirk hatine kuştin û 50 jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku helîkopterek Skorsky hatiye xistin û gelek amûrên leşkerî hatin desteserkirin. Di çalakiyê de 4 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê “Tevgera Şoreşgerî” ya gerîlayên HPG’ê li navçeya Elkê ya Şirnexê pêk anîn de daxuyaniyeke nivîskî da. Did axuyaniyê de hat diyarkirin ku navçe di 15 deqeyan bi temamî ketiye destê gerîlayan.

NAVÇE KETIYE BIN KONTROLA GERÎLAYAN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ev agahî da; “Di 2'ê Îlonê de di saet 22.00'an de ji aliyê gerîlayên me ve tevgereke şoreşgerî ya bi navê Şehîd Adil û Şehîd Nûda hatiye lidarxistin. Di çarçoveya vê tevgerê de li navçeya Elkêya Şirnexê, gir û avahiyên li derdora wê, baregehên leşkerî yên Çeper, Bêbasokê, Bayrak, Avahiya Tûgayê, Alaya Mezrayê, Qereqola cendermeyan û Girê Ewlekariyê yên polîs û tîmên tevgera taybet, çeperên wan ê ewlekariyê, mala qeymeqamê Bêşebabê, Qonaxa Hukumetê û hemû saziyên dewletê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan, hemû riyên çûn û hatina Elkê ketiye bin kontrola gerîlayên me.

DI MALA QEYMEQAM DE LÊGERÎN

Di berdewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn; “Gerîlayên me yê di nava 15'ê deqeyan de hemû baregeh û çeperên li navendê yên ji aliyê gerîlayên me ve hatiye hedefgirtin, ketiye destê gerîlayên me, kozikên nobedariyê yên polîs, tîmên tevgera taybet hemû hatine rûxandin. Gerîlayên me girê di nava navçeyên de ye û ji aliyê cendermeyan ve dihat girtin xistine û ketiye destê gerîlayên me, baregehên polîsan ên li pêşiya qeymeqamiyêne hatine rûxandin. Gerîlayên me yê avahiya qeymeqamiyê xistine destê xwe, li vir di encama lêgerînê de gelek alavên teknîkî yên di nava avahiyê de desteserkirine û avahî hemû bi alavên hundirê wê ve şewitandine û tunekirine. Hemû polîs û tîmên tevgera taybet ên di nava bajêr de çeperên xwe hiştine û reviyane fermandariya tûgayê. Gerîlayên me herweha pira li ser riya Şirnex-Bêşebabê jî rûxandine.

LI BÊBOSKÊ 22 CEBAZE

Gerîlayên me yê beşeke mezin ê Girê Bayrak rûxandine, Alaya Mezra û Fermandariya Tûgayê jî bi awayeke bandor hatiye lêdan. Gerîlayên me yê Girê Bêboskê xistine destê xwe, li vir çûne ser 22 cenazeyan û gelek alavên leşkerî desteser kiriye, hemû çekên giran ê li vî girî jî rûxandine. Piştî ev girt ketiye destê gerîlayên me ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan bombebarankiriye.

HELÎKOPTER HAT XISTIN

Di danê sibê ya 3'ê îlonê de helîkopterên skorskyan yên bi bi piştgiriya helîkopterên kobrayan xwestine cenazeyên xwe rakin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan. Li vir helîkoptereke skorskyê hatiye xistin, 2 helîkopterên skorskyê jî derbe xwariye.

BÎLANÇO

Di qonaxa duyemîn a tevgerê de di encama çalakiyên li dijî hemû baregehên leşkerî yên bajêr û derdora wê de bi giştî 53 polîs û leşker hatiye kuştin, 50 polîs û leşker jî birîndar bûye. Gerîlayên me di hemû çalakiyan de bi giştî 5 panzêr, 4 çekê A4, wesayiteke qeymeqamiyê, hewaneke 120 hatiye rûxandin. Herweha 5 çekên HK33 ên melez, 30 cerjorên van çekan, çekeke otomatîk a BKC li gel zincîr û fîşekên xwe, çekeke sûîkastê Karnas, Çekeke Bombeavêj li gel 5 roketê wê, 5 cîhazên termalê, 3 bêtêlên biçûk, bêtêleke mezin, 2 dûrbînê roj, kutukeke bi cerjorên fîşek dagirtî ya leşkerî, 3 telefon, mekîneyeke wênekêşiyê ya nîcon û gelek alavên leşkerî hatine desteserkirin.

HEMÛ RÊ DI BIN KONTROLA GERÎLAYAN DE NE

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hemû rêyên navçeyê di bin kontrola gerîlayan de ne û hat diyarkirin ku gerîla li ser rêya Elkê-Şirnexê nasname kontrol kirine. Di daxuyaniyê de hat gotin; “Hemû riyên navçeya Elkê yên çûn û hatinê di bin kontrola gerîlayên me de ne, di roja duyemîn a tevgerê de li ser riya Elkê- Şirnexê rê hatine kontrolkirin, nasname hatine kontrolkirin. Di wesayitên hatine rawestandin de ji rojname û nûçegihan jî di nav de ji gel re di derbarê tevgera şoreşgerî de agahî hatine dayîn, kontorlkirinê rê jî hîn berdewam dike. Herweha li girên beramberî navçeyê ji aliyê gerîlayên me ala partiyê hatiye libadan. Tu hewldanên artêşa dagirker a tirk ji bejahî de nîne, tenê li derdora navçeyê bê ser û ber bi hewan û obusan tê bombêbikirin.”

4 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê wendahiyên gerîlayan de jî agahî da û got; “Herweha di çarçoveya vê tevgerê de di 3'ê îlonê de li dijî Girê Çeper ê bi ser Elkêê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Di vê tevgerê de herweha 4 rêhevalên me bi lehengî şer kirine û gihîştine şahadetê. Wê nasnameyên van hevalên me yê leheng di demeke kurt de were aşkerekirin.”

ANF NEWS AGENCY