1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Elmanyayê hejmara kesên tevlî DAIŞ’ê bûne 550 ye
Li Elmanyayê hejmara kesên tevlî DAIŞ’ê bûne 550 ye,li,elmanyayê,hejmara,kesên,tevlî,daiş,ê,bûne,550,ye

Li Elmanyayê hejmara kesên tevlî DAIŞ’ê bûne 550 ye

A+ A-

BERLÎN - ANF Li Elmanyayê hejmara kesên tevlî çeteyên DAIŞ’ê dibin û li Sûriye û Iraqê komkujiyan pêk tînin her diçe zêde dibe û her wiha yên ji herêmên şer vedigerin jî zêde ne. Li gorî Wezareta Karên Hundir 550 selefiyên radîkal tevlî DAIŞ’ê bûne û duh li bajarê Wolfsburgê di operasyona ku pêk hatiye çeteyekî ku perwerdeya bombeyê dîtiye hat binçavkirin.

Li bajarê Woflfsburg ê girêdayê eyaleta Nîedersachsen yekineyên polîsan ên taybet SEK operasyon pêk anîn û çeteyê DAIŞ’ê yê 25 salî hat girtin. Daîreya Krîmînal a Eyaleta Nîedersachsen (LKA) daxuyaniyek da û da zanîn ku kesê bi eslê xwe ji Tunusê ye li kampên DAIŞ’ê yên Sûriyeyê perwerdeya çek û madeya teqemeniyê dîtiye û piştre jî tevlî şerê li Sûriyeyê bûye. Di daxuyaniyê hat gotin ku di destê wan de agahiyên berfireh ên wê çete li Elmanyayê çalakî pêk bianiya tune.

Li eyaleta Nîedersachsen dihat zanîn ku heta niha li bajarê Hannover, Osnabruck û Braunschweîg selefiyên radîkal zêde ne.

Li Elmanyayê di opersyonên hefteya dawî de hatin kirin 10 kesên ku piştgirî didan DAIŞ’ê hatin girtin. Dîsa gelek kesên ji Sûriye û Iraqê vegeriyabûn welat jî hatin girtin.

550 SELEFÎ TEVLÎ DAIŞ’Ê BÛN

Li aliyê din jî Wezîrê Karên Hundir ê Federal Thomal de Maîzîêre got ku di rojên dawî de hejmar wek 450 dihat gotin, lê ev gihiştiye 550 kesî.

Maîzîêre da zanîn ku ev hejmar bi taybet li gorî sala buhrî bi awayekî cidî zêde bûye, îhtîmala êrîşa terorê ya li Elmanyayê guheriye û got: “Heta niha komên diyarkirî cesareta wan a pêkanîna êrîşê tunebû, lê di dema nû de piştî Sûriye jî radîkal bûye kes vegeriyane li ser êrîşan kûr dibin. Li Elmanyayê nêzî 230 selefî di bin şopandinê de ne. Divê em netirsin.”