1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li eniyên şer ên pêş nêrînên derbarê 15’ê Sibatê de
Li eniyên şer ên pêş nêrînên derbarê 15’ê Sibatê de,li,eniyên,şer,ên,pêş,nêrînên,derbarê,15,ê,sibatê,de

Li eniyên şer ên pêş nêrînên derbarê 15’ê Sibatê de

A+ A-

13.02.2015 16:49 2.Sernûçe, Nûçe KOBANÊ – Şervanên YPG û YPJ’ê yên li eniyên pêş ên Herêma Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin, komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin û soza têkoşîna heta azadiyê dan.

Şervanên YPG/YPJ’ê ku li kozikên şer ên eniya rojavayê Kobanê şer dikin, derbarê salvegera komploya 15’ê Sibatê ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye de, ji ANHA’yê re axivîn.

Şervana YPJ`ê Dîcle Hesekê diyar kir ku ew ê hewl bidin ku di vê roja şer a 15’ê Sibatê de Kobanê bi giştî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin.

Dîcle fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan riya azadiya jinê ji bo beşdariya têkoşînê ji hemû aliyan ve siyasî, leşkerî û civakî ve vekiriye û jin ji hemû aliyan ve pêş xistiye, lewre ew ê heta dawiyê vê xeta hanê bişopîne.

Şervanê YPG`ê Mazlûm Mazlûm jî diyar kir ku roja 15`ê Sibatê ji bo kurdan rojeke tarî ye û tevî hemû hewildanên dijminên wekî dewleta Tirk ku dixwazin îradeya gelê kurd tune bikin jî, kurdan berxwedaneke mezin nîşan daye û xwe daye qebûlkirin.

Mazlûm anî ziman ku bi şopandina fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro li Kobanê berxwedanên dîrokî têne nivîsandin û ew ê bi vê berxwedanê bigihîjin azadiyê.

Şervana YPJ`ê Hevjîn Doxan jî ev tişt anîn ziman: “Em îro li Kobanê liberxwe didin. Berxwedana me beriya 5 mehan hate destpêkirin. Em ji bo rizgarkirina Kobanê ji komên çeteyên DAIŞ`ê têdikoşin. Me heta niha bajarê Kobanê û gelek gudên derdorê rizgar kirine û bi berxwedana xwe ya dîrokî ji hemû cîhanê re hêz û îradeya xwe diyar kir. Em ji fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêza xwe digirin. Ez wekî şevranek YPJ’ê soz didim Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dê têkoşîna xwe mîna hemû têkoşerên azadiyê bidomînim heta ku gelê kurd bi azadî û rûmet dijî.”

(ah)

ANHA