Li Enqere xebatên êzdiyan bikin misliman
ENQERE (DÎHA) - Gelê êzdî yên ji ber komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê reviyan û hatin Tirkiyeyê hinek li bajarên Kurdistanê bi cih bûn û hinek jî li Anatoliyaya navîn belav bûn. Bi sedan êzdiyên hatin Enqere ji hewcehiyên starbûn, xwedîbûn û hewcehiyên din bêpar şerê jiyanê dikin û ji bo êzdiyan ji çanda wan dûr bixin pêşniyara "Hînbûna Quranê" tê kirin.
Piştî çeteyên DAIŞ'ê êrîş li Şengalê kir û dest bi komkujiyan kir bi sed hezaran êzdî cih û warên xwe terk kirin û koçber bûn. Êzdiyên her tiştên xwe li pey xwe hiştin û berê xwe dan çiyayan ji ber birçîbûnê û tîbûnê gelek windahî dan. Piştî HPG û YPG'ê korîdora ewlehiyê vekir beşek ji wan şandin Başurê Kurdistanê. Êzdiyên li Başûrê Kurdistanê gumana komkujiyan jiyîn berê xwe dan rojava û ji ber pasaportên wan tunebûn bi riyên qaçax ketin Tirkiyeyê.
Li Anatoliya Navîn belavbûn
Êzdiyên koçber bûn beşa li bajarên Kurdistanê ji aliyê şaredariyan û gelê herêmê ve hatin stpartin û hinek jî li herêma Anatoliya Navîn belav bûn. Malbatên penaber li bajarên weke Enqere, Kirşehîr, Amasya û Nîgdeyê belavbûn ji ber ku cihên lê bimînin hinek bi riya nasên xwe li malên du ode 40-50 kes bi hev re dimînin. Hinek li semta Altindag a Enqere li otelên erzan dimînin û di odeyên otelê yên yek kesî 7-8 kes dimînin.
Rewşa malbatên Narmo û Aldewrêş ên li otela Yeşîlyurt a Altindagê bi cih bûn gelek nabaş in. Piştî Şengal ket destê çeteyan malên xwe terk kirin û berê çûn çiya û pişt re gihiştin Duhokê. Bi xizmên xwe re nêzî 50 kes li ser Roboskiyê hatin Tirkiyeyê. Malbat şevê li Cizîrê li cem welatiyan man û piştre berê hatin Edene û li ji wir derbasî Enqere bûn. Malbat bi riya hinek nasên xwe li cem hinek malbatan bi cih bûn û di mala 2 ode de 50 kes bi hev re dimînin. Malbat li taxa Çînçîn a Altindagê di malên gelek nebaş ên rutubet, bêha pîs jê tê û vala de dimînin.
Pêşniyara xwendina Quranê
Hinek komeleyên agahiya malbat hatin girtin dest bi xebatên xwe yên mîsyoneriyê kirin. Li gorî agahiyan Komeleya Alîkarî ya Tek Yurek a ku li Samanpazari tê xuyakirin jî piştî hinek alîkariyên xwarinê dan malbatan pêşniyara "Hûn xwendina Quranê dizanin, em bi we bidin hînkirin" dikin. Hate hînbûn ku piştî malbatan ji wan re got, "Em êzdîne em Quranê naxwînin" komeleyê dest ji vê daxwazê berda.
Dema reviyan zarokên xwe ji bîr dikirin
Çîroka revina penaberan jî gelek bi êş e. Piran ji ber qaçax hatine Tirkiyeyê ji ber tirsa dê dersînor bikin navê xwe aşkera nakin. Penaberan diyar kir ku di dema revê de jinekê zaroka xwe ya 3-4 salî li malê ji bîr kir. Dema ji mal dûr diketin, jinek din ji bo bataniyeyê li malê bigire bi tesadûfî zarok dîbîne.
Malbat penaber zaroka xwe ya 11 salî a bi navê Midya Xelef Mermî ya felçî di rê de li ser pişta xwe anîn. Dayîkekê her ti lorîk dibarandin û digot; "Heke namusa êzdiyan hebe divê bi destê xwe Serbest Babîr bikujin" Penabaran diyar kir ku Babîrî fermandaê pêşmergeyan ê ku herêm neparestî ye.
Dixwazin ji wan fêde bigirin
Rêveberên PHD'ê yên bajar jî ji bo malbatan li cihên baş star bikin di nava hewildana alîkariyê de ne. Lê hinek xwediyên malan hatin malbatan ji xwe re dikin fersend û kiraya malên 200-300 TL. gelek zêde dikin. Hinek xwediyên malan jî ji ber qelebalikbûnê naxwazin malên xwe bidin. Rêxistina PHD'ê ya Bajar bi taybet bang kesên bihestiyar ên herêmê kir ku alîkariyê bikin.
(bd)