1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Enqerê çalakiya greva birçîbûnê
Li Enqerê çalakiya greva birçîbûnê,li,enqerê,çalakiya,greva,birçîbûnê

Li Enqerê çalakiya greva birçîbûnê

Li Enqerê çalakiya greva birçîbûnê destpê kir

A+ A-

Nûneriya Federasyona Komeleyên Şêwirmendiya bi malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAD-FED) ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike ji bo 2 rojan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin.

Nûneriya TUHAD-FED'a Enqerê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike û piştgirî bide grevên birçîbûnê yên li girtîgehan destpê kiriye ji bo 2 rojan greva birçîbûnê da destpê kirin. Hevserokê BDP'a Enqerê Meral Vuranok û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta li ser; "Ne şer mûzakere, ne tecrîd azadî" hat daliqandin. Berdevka TUHAD-FED'a Enqerê Havva Ozcan li ser navê çalakvanan axivî û got; "Li girtîgehan 4 jê parlementerên BDP'î 400 girtiyên PKK û PAJK'ê ev mehek e di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ne. Em jî wekî endamên TUHAD-FED'ê vê berxwedanê silav dikin. Nêçîrvaniha gelê me û saziyên me tê kirin. Doh çi li Helepçê pêk hat, îro li Roboskiyê heman tişt pêk hat. Ji bo şermezarkirina van tevan me jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir."

'Mûxatabê çareseriyê Ocalan e'

Ozcan destnîşan kir ku dewlet neçariyê ferz dike û wiha axivî: "Hevalên me yên li girtîgehan ketine greva birçîbûnê ji bo azadiya mûxatabê çareseriyê Birêz Abdullah Ocalan dest bi çalakiyê kirine. Li gorî me ev daxwaz daxwazeke rewa û watedar e. Ev daxwaz di heman demê de daxwaza me ye jî lewma em jî dê heta 18'ê Adarê di greva birçîbûnê de bin."

(ak)