Li Erdîş û Geverê amadekariyên Newrozê
Li Erdîş û Geverê amadekariyên Newrozê dest pê kir
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê xebatên pîrozbahiya Newrozê ku di 20'ê Adarê de pêk bê dest pê kir. Starta Newrozê bi hişyariya "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdan re Statu" dest pê kir. Li navçeya Erdişa Wanê jî bi civinê dest bi starta Newrozê ku di 19'ê Adarê de pêk bê kirin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê Newroz dê di 20'ê Adarê de bi hişyariya ji "Ocalan re azadî ji kurdan re statu" dê bi tevlêbûna 10 hezaran bê pîrozkirin. Piştî roja pîrozbahiya Newrozê diyar bû amadekariyên pîrozbahiyê dest pê kir. Newroza ku îsal li Qada Newrozê bê pîrozkirin heta qadê 2 kîlometre rê ji berfê hat paqijkirin û amadekarii hatin destpêkirin.
ERDÎŞ
Li navçeya Erdîşa Wanê jî dê Newroz di 19'ê Adarê de bê pirozkirin. Rêxistina BDP'ê ya Erdîşê jî ji niha de dest bi xebat û amadekariya pîrozbahiya Newrozê kirin Beriya pîrozbahiyê BDP'ê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî û banga tevlêbûna Newrozê kir. Endam û rêveberên BDP'ê û nûnerên saziyên sivîl û xebatkarên Şaredariya Eganîsê tev li civînê bûn. Civînê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest daye dest pê kir.
Serokê BDP'ê Abidin Încî, diyar kir ku Newroz dîroka berxwedan û têkoşînê ye û ew tê vê têkoşînê di 19'ê Adarê de li Erdîşê bilintir bikin. Încî anî ziman ku ew dê di 14'ê Adarê de starta pîrozbahiyan bidin destpêkirin.
(mae)