1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Erdîşê leşkaran wesayît gulebaran kir: 2 kes birîndar in
Li Erdîşê leşkaran wesayît gulebaran kir: 2 kes birîndar in,li,erdîşê,leşkaran,wesayît,gulebaran,kir,2,kes,birîndar,in

Li Erdîşê leşkaran wesayît gulebaran kir: 2 kes birîndar in

A+ A-

WAN (DÎHA) - Li Erdîşê leşkeran wesayîta welatiyana gulebaran kir. Di encama gulebaranê de welatiyê bi navê Ersîn Aydin birîndar bû û leşkera di wesayîta rawestandin de jî Bultent Yakut bi qontaxên çekê darp kirin û birîndar kirin.

Li taxa Pay a navçeya Erdîşê ya Wanê leşkerên di wesayîta sivîl de wesayîta welatiyeke sivîl ê ku di rê de diçû gulebaran kirin. Li gorî agahiyan welatiyên bi navê Ersîn Aydin û Bulent Yakut pişt di seatên êvarê li Îdîrê leşker ziyaret kirin û vegeriyan Erdîşê li taxa Pay a navçeyê rastî gulebarana kesên di wesayîteke sivîl de hatin û hate hînbûn ku kesên di wesayîtê de leşker bûn. Di encama gulebaranê de welatiyê bi navê Ersîn Aydin ê ku di wesayîtê de ji qorika xwe birîndarbû û leşkeran di wesayîta rawestandin de jî welatiyê bi navê Bulent Yakut bi qontaxên çekan darpkirin û birîndar kirin. Piştî ajokarên minîbûsan bûyer dîtin û çûn cihê bûyerê leşker ji cihê bûyerê çûn. Welatiyan kesên birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê. Aydin li nexweşxaneyê hate emeliyetakirin û Yakut jî sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê hate kirin.

Piştî bûyer hate bihîstin rêveberên PHD'ê yên navçeyê û hevşaredarên navçeyê hatin nexweşxaneyê û bi welatiyên birîndar re hevdîtin kirin û derbarê bûyerê de agahî girtin.

Birayê Aydin Şîrîn Aydin diyar kir ku dema birayê wî Ersîn Aydin li Idîrê ji ziyareta birayê xwe yê leşkerî dikir vegeriyan li taxa Pay bêyî hişyariya "rawestin" leşkeran ji wesayîteke spî guleberan wesayîtê û wiha got: "Nefreta dewletê ya li hemberî kurdan hêj kêmnebûye. Wê demê dê çawa behas aştiyê bikin."

(bd)