Li Erdîşê lîsta AKP’ê
Şaredarê Erdîşê yê AKP’yî Zulfukar Arapoglû li alîgirên xwe belav dike.
Her çendî 8 roj bi ser karesata erdhejê re derbas bûn, pakêtên yên alîkariyê heta niha negihiştine gel, Şaredarê Erdîşê yê AKP’yî Zulfukar Arapoglû li alîgirên xwe belav dike. Lîsteyek ji aliyê Baskê Ciwanan ê AKP’ê ve hatiye çêkirin û alîkarî didin wana.
Her çendî 8 roj bi ser erdheja bi pileya 7,2 ya li Wanê xist re derbas bû, gelê Erdîşê yê ku ziyaneke mezin ji erdhejê girt bi çaranûsa xwe re rû bi ri hatiye hiştin.
Gelê Wan û Erdîşê li aliyekê bi cenaze û sersaxiyê re mijûl in, li aliyê din jî ji bo alîkarî werbigirin bi seatan di rêzê de radiwestin.
ERZAQ JI ALIYÊ BASKÊ CIWANAN Ê AKP’Ê VE TÊNE BELAVKIRIN
Şêniyê Taxa Kişlayê Sînan Suzgun ê ku beriya du rojan ji bo daxwaza alîkariyê ji hevalek xwe yê xebatkarê şaredariyê bike, çok Şaredariya Erdîşê û tiştên ku hatine serê wî wiha vegot:
“Min ji hevalê xwe re got ku televîzyon dibêje bi sedan TIR’ên alîkariyê ji vir re tên, lê heta niha me tenê yek kon jî wernegirtiye. Wî jî ji min re bi aşkereyî got ku li vir lîste hatiye amadekirin û ew lîsteya ku wê alîkarî bidin wana dane destê Baskê Ciwanan ê AKP’ê. Hevalê min got ku ew nikare tiştek bike, min li hemberî vê yekê gelek hewl da, lê ji wî re gotine ‘ger neçe xweşa te here di cihke din de bixebite’. Dema min ewqas mirovên me yên di rêzê de li benda alîkariyê radiwestin dît, min careke din zanî ku em li welateke çawa dijîn.”
“TIR’EK TENÊ JÎ JI ME RE NEHAT”
Emîn Demîr diyar kir ku her çendî hefteyek li ser erdhejê re derbas bûye jî, lê heta niha tenê yek TIR’a alîkariyê nehatiye Taxa Çelebîyê û wiha axivî:
“Em pênç malbat in, di bin konê ku me ji naylonan çêkiriye, di nava rezaletê de dijîn. Em kengê diçin Şardariya Erdîşê, lê di her carekê de deriyê hesin li rûyê me tên girtin. Bi sedan TIR’ên alîkariyê diçin garaja Şaredariyê, lê yek ji wan jî negihandine gelê mexdûr ê vê taxê. Dewlet û hikûmet bi tu awayî alîkarî nadin me. Tenê alîkarî didin alîgirên xwe.”
“RÛYÊ RAST Ê AKP’Ê LIGEL ERDHEJÊ AŞKERE BÛ”
Ji Taxa Yeşîlova Ahmet Ozturk ê ku bavê 9 zarokane diyar kir ku bi rojane di rêza nobeta belavkirina alîkariyê de ye û got; “Me ji naylonê malbata xwe re konek çêkiriye û em hewl didin ku wana ji sermayê biparêzin. Ji bo tenê bikaribim konekê ji xwe re bigirim, bi seatane ez ketime rêzê û rayedarên şaredariyê j imin re dibêjin niha alîkarî tune e û min şûn ve vedigerînin. Roja din jî dijûn dan min û ez dehf dam û piştre min şûn ve şandin. Duh herî dawî rojnamevanek ê Ajansa Anadolûyê ket navbera min û polîsan de û konek dane min.”
Ozturk bi bîr xist ku vê erdhejê gelek tişt fêrî gelê Wanê kir û got ku piraniya kesên ku dengê xwe dane Şaredariya Erdîşê ya AKP’ê jî êdî naletê lê dibarînin. Ozturk bal kişand ku rûyê rast ê AKP’ê ligel vê erdhejê aşkere bûye.
“DAN CÎRANÊ MIN LÊ NEDANE MIN”
Sefer Şahîner ê 71 salî diyar kir ku heta niha tu erzaq ji gundan re nehatiye şandin û got ku alîkarî nadin kesên ne alîgirên AKP’ê bin. Sefer Şahîner destnîşan kir ku li gorî lîsta di destê Baskê Ciwan ê AKP’ê de alîkariyê belav dikin û wiha axivî; “Bi rojan e ez ji bo girtina konekê li vir im. Xwedê belaya xwe bide vê pergalê.” Ji şêniyên Taxa Kişlayê Nîmetullah Çelîk jî da diyarkirin ku duh alîkariya ji wan re hatine dane cîranên wî lê nedane wî û got; “Kesê ne AKP’yî bin alîkarî jî nadin wana. Bin vê eykê bi aşkereyî bi her du çavên xwe dît. Dema min qala pêdiviyên xwe ji kesên erzaq li cîranên min belav dikirin re dikir, li rûyê min jî nemeyzandin. Rewşa me pir xirab e.”
PÊKANÎNÊN HÊZÊN “ÇEVÎK”
Piştî van vegotinên gel ên têkildarê cûdakariya di belavkirina alîkariyê de, em çûn me depoyên Şaredariya Erdîşê ya AKP’yî dît ku bi sedan TIR’ên alîkariyê hatine depokirin. Mexdûrên erdhejê bi saetan ji bo girtina alîkariyê diketin rêzê, ev muameleyên li mexduran dihate kirin, wisa dikir ku mirov serî hilbide. Rayedarên Şaredariya Erdîşê ya AKP’yî bi sedan TIR di garajan de bi cih kirine û guhê xwe li qêrîn û hewarên gelê navçeyê yê mexdur digirin. Hêzên “Çevîk” jî gel dehf didin û dijûnên ku mirov guhên xwe li ber digirin, ji gel re dikin. Tişta balkêş jî hin TIR’ên ji garajan derdikevin bê plaka ne.
ÎTÎRAFA PERSONELÊN CENDIRMEYAN
Personeleke cendirmeyan ku nexwest navê xwe aşkere bike li hemberî vê cote standartiya li hemberî gel tê kirin, serî hilda. Personelê cendirmeyan piştrast kir kir ku Şaredarê AKP’ê Zulfîkar Arapoglû TIR’ên alîkariyê yên ku ji gelê Erdîşê re tê tenê li alîgirên xwe belav dike û got ku li herêma erdhejê gelek rant hene.
ANF NEWS AGENCY