1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Erdîşê şagirtan sertîfîkayên xwe girtin
Li Erdîşê şagirtan sertîfîkayên xwe girtin,li,erdîşê,şagirtan,sertîfîkayên,xwe,girtin

Li Erdîşê şagirtan sertîfîkayên xwe girtin

A+ A-

Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Erdîşê bi merasimekê belge dan şergirtên 3 mehan tevlî perwerdehiyê bûn.

Şaxa KURDÎ-DER'ê bi merasîmekê sertîfîka dan 26 şagirtinên tevlî perwerdehiya kurdî bûn. Merasîm li avahiya Şaxa KURDÎ-DER'ê pêk hat. Hevserokên Rêxistina BDP'ê yên Eganisê Nurgul Baran, Nurî Tunç, Şaredarê Eganisê Veysel Keser, Nûnerê MEYA-DER'ê yê Erdîşê Zekî Îşcan, Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê yê Erdîşê Cevdet Zîlanli û gelek welatî tevlî merasîmê bûn. Piştî rêzgirtinê Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê Cevdet Zîlanli axivî û diyar kir ku merasîma sertîfîkayan ji ber erdhejê taloqkiribûn. Zîlanli, anî ziman ku divê hemû kes hînî ziman bibe û li her qadê bikarbîne. Zîlanli, bal kişand ser gotinên Bulent Arinç û wiha got: "Bi gotina kurdî zimanê şaristaniyê nîn e xwe dixapînin. Gelê kurd li hemberî asîmîlasyon û qedexeyan xwe fida kir. Ez bang li hemû kesî dikim ku li hemberî asîmîlasyonê bi kurdî biaxivin û perwerdehiya zimanê xwe bibînin dikim."

Ji mamosteyên KURDÎ-DER'ê Abdurrahman Çagan jî bal kişand ser girtîngiya zimanê kurdî û pevneşopiya zimanê kurd.

Piştî axaftinan 26 xwendekarên tevlî perwerdehiya dewreya 3 mehan bûn û serkeftin sertîfîka girtin.

(bd)