1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Erzirom û Mûşê ji bo azadiya Ocalan meş hatin lidarxistin
Li Erzirom û Mûşê ji bo azadiya Ocalan meş hatin lidarxistin,li,erzirom,û,mûşê,ji,bo,azadiya,ocalan,meş,hatin,lidarxistin

Li Erzirom û Mûşê ji bo azadiya Ocalan meş hatin lidarxistin

'Nêzîkahiya li hemberî Serokê me hinceta me ya şer û aştiyê ye'

A+ A-

ERZIROM/MÛŞ (DÎHA) - Li Erzirom û Mûşê bi armanca azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meş hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat gotin ku hikûmeta AKP'ê tendûrîstî, ewlehî û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo gelê kurd hinceta şer û aştiyê ji nedîtî ve dîbîne û pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê ji holê rakirin.

Li Erziromê bi sedan welatî di bin pêşengiya DEM-GENÇ'ê li ber avahiya HDP'ê hatin cem hev û bi daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi meşa meşaleyî kirin. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankarta "Axa xwe, çanda xwe, zimanê xwe, şehîdên xwe, li Serokatiya xwe xwedî derkeve" hilgirtin û heya navenda bajar meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav", "Bijî Serok Apo" û "Bê serok jiyan nabin" hatin berzkirin.

Piştî rêzgirtinê sruda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin. Li ser navê girseyê Rêveberê DBP'ê yê Erziromê Abdurrahîm Încekan axivî û diyar kir ku êdî sebra gelê kurd nemaye û divê demildest Ocalan azad bibe. Încekan anî ziman ku bêyî Ocalan aştî çênabe û wiha got: "Di demên dawî pêvajoya aştiyê hatiye ber bi dawîbûnê. Roj roja têkoşîna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin e. Em dê li hemberî lîstikên AKP'ê yên qirêj rawestin û bêyî serokatî aştî çênabe."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

'AKP'ê pêvajoya demokratîkbûnê ji holê rakir'

Endamên Platforma Demokrasî û Kedê ya Mûşê jî bi ehman armancê ji Parqa Zarokan a Ataturkê heya Parqa Dede meşiyan. Di meşê de pankarta "Tecrîda li ser Serokê me tecrîda li ser aştî û azadiyê ye" hat vekirin û dirûşmeyên "Bijî serok Apo", "Nêzîkatiya li hemberî Serokê me hinceta ma ya şer û atşiyê ye" û "Bé serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Rêveberê DBP'ê yê navçeya navendî Faîk Yasul diyar kir ku Ocalan ji bo gelê kurd hinceta şer û aştiyê ye. Yasul anî ziman ku tecrîd li hemberî projeya jiyana gelan e. Yasul da zanîn ku divê demildest Ocalan azad bibe û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê tendûrîstî, ewlehî û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo gelê kurd hinceta şer û aştiyê ji nedîtî ve dîbîne û pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê ji holê rakirin."

(bd)