Li Ewropayê 61 mîlyon jin mexdûrên tundiyê ne
VIYANA/ANF 05.03.2014 09:23:45 Lêkolînek li gelemperiya Yekitiya Ewropayê (YE) hat kirin nîşan da, ku asta tundiya li hemberî jinê zêde bûye. Li gorî encamên hevdîtina bi 42 hezar jinên li 28 welatan, yek ji sê jinên Ewropî rastî tundiya fîzîkî yan jî zayendî tên. Ev yek jî nîşan dide ku hejmara jinên mexdûrên tundiyê li dora 61 mîlyonî ye. Aliyekî din ê balkêş ê lêkolînê jî ew e, ku welatên Skandînayvayê yên di mijara mafên jinê de heta roja îro erênî dihatin dîtin, welatên sereke yên tundî lê tê jiyîn in.
Di lêkolîna ku diyar kir asta tundiya li hemberî jinê roj bi roj zêde dibe de tê gotin, ku bi tenê yek ji 4 jinên mexdûrên tundiyê serî li polîsan didin û jinên mexdûr li hemberî pirsgirêkên psîkolojîk li ber xwe didin.
Lêkolîna bi sernavê "Tundiya li dijî Jinê" ji aliyê Ajanas Mafên Bingehîn ên Yekitiya Ewropayê (FRA) ya navenda wê li paytexta Awûstûrya Viyanayê ye, li 28 welatên endamên Yekitiya Ewropayê bi hevdîtina bi 42 hezar jinan re hat kirin.
LI EWROPAYÊ ZÊDEYÎ 60 MÎLYON JIN MEXDÛRÊN TUNDIYÊ NE
Encamên lêkolînê gelek daneyên şoq derdixîne holê. Li gorî vê yekê, yek ji sê beşdarên lêkolînê aşkera kirine ku ji 15 saliya xwe û vir ve herî kêm carekê rastî tundiya fîzîkî yan jî zayendî hatiye. Ev yek jî nîşan dide ku di nava Yekitiya Ewropa ya ji 500 mîlyonî de di nava jinên 18-74 salî de, 61 mîlyon jin mexdûrên tundiya zayendî yan jî fîzîkî ne.
Nuqteya herî balkêş a lêkolînê jî, di prisa der heqê destavêtina zayendî de derdikeve holê. Li gorî vê, yek ji 20 jinan rastî destavêtina hevserê xwe yan jî kesekî din hatiye.
Pisporên li ser 42 hezar kesan lêkolîn meşandin texmîn dikin ku li gelemperiya Yekitiya Ewropayê 83 mîlyon jin ji 15 saliya xwe û vir ve herî kêm carekê rastî destavêtin, destdirêjiya zayendî yan jî êrîşê hatine.
RÊJEYA JINÊN DI ZAROKATIYÊ DE RASTÎ ÎSTÎSMARA ZAYENDÎ HATINE JI SEDÎ 12 YE
Ji sedî 12 jinên beşdarî lêkolînê bûne anîn ziman ku beriya 15 saliya xwe ew bûne mexdûrê îstîsmara zayendî. Li gorî van beyanan hejmara jinên Ewropî yên di zarokatiya xwe de rastî îstîsmara zayendî hatine 21 mîlyon e.
Li gorî lêkolînê, yek ji sê jinên Ewropî di têkiliya xwe de herî kêm carekê rastî zexta psîkolojîk û îstîsmarê hatiye. Beşek ji sedî 18'an jî beyan dike ku rastî destdirêjiyê hatiye.
WELATÊN SKANDÎNAVYAYÊ YÊN HERÎ XERAB IN
Ji her welatên Ewropayê hezar û 500 jin beşdarî lêkolîna bi sernavê "Tundiya li dijî Jinê li Yekitiya Ewropayê" bûn. Li Luksembûrgê bi 980 jinan re hevdîtin hat kirin. Welatên ku herî zêde tundiya li dijî jinê lê tê jiyîn bi awayekî balkêş; bi rêjeya ji sedî 52'an Danîmarka, ji sedî 47'an Fînlandiya û ji sedî 46'an Swêd derdikevin pêş. Ev welatên mijara gotinê, di mijara mafên jinê de beriya niha erênî dihatin dîtin.
Di nava jinên di 18-39 salî de rastî êrîşa fîzîkî, psîkolojî û zayendî tên, gelekî bilind e. Di nava jinên bêkar de ev rêje li hin welatan derdikeve heta ji sedî 60-70.
Li gorî lêkolînê, bi tenê yek ji çar jinên rastî tundî, zext û destdirêjiyê tên, serî li polîsan didin.
TUNDÎ ÇAVKANIYA GELEK PIRSGIRÊKÊN PSÎKOLOJÎK E
Di lêkolîna Yekitiya Ewropayê de bal tê kişandin ser pirsgirêkên psîkolojîk ên ji ber tundiya li hemberî jinê. Li gorî vê yekê piraniya jinên mexdûr, di depresyonê, rewşa tirsnak, panîk atak de ne, nikarin razên, nikarin konsantre bibin, zehmetiyan dikşînin têkiliyê deynin û ji xwe ne bawerin.
ZÊDEBÛNA PIRSGIRÊKAN BANDORÊ LI TEVAHIYA CIVAKÊ JÎ DIKE
Mudurê Giştî yê FRA Morten Kjaerum di destpêka lêkolînê de got, "Di beyanan de wêneyê îstîsmara di asta bilind de, ku bandoreke giran li jiyana jinan dike, tê xêzkirin. Jin li kolanan, li cihê kar û ya herî girîng jî li malên xwe ewle nînin."
Kjaerum da zanîn ku wan dîtine asta pirsgirêkên jinan roj bi roj bilind bûye û destnîşan kir ku ev yek bandorê li tevahiya civakê dike.
* BÊYÎ NÎŞANDAN ÇAVKANIYÊ BIKARANÎNA NÛÇEYÊ QEDEXE YE.