1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Ewropayê armanc 400 hezar deng e!
Li Ewropayê armanc 400 hezar deng e!,li,ewropayê,armanc,400,hezar,deng,e

Li Ewropayê armanc 400 hezar deng e!

Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Eyup Dorû diyar kir ku ew li gelemperiya Ewropayê bi 9 hezar kesî re dixebitin û got, "Heta niha me bi 81 hezar kesî re rû bi rû hevdîtin kirin. Armanca me li gelemperiya Ewropayê 400 hezar deng e."

A+ A-

Bruksel - Alî Guler Bi nêzîkbûna hilbijartinên giştî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) lez da xebatên xwe yên li Ewropayê. HDP, di serî de Elmanya, Fransa, Hollanda, Swîsre, Belçîka, Îngilîstan, Swêd, Awûstûrya û Danîmarka dixwaze li gelemperiya Ewropayê 400 hezar dengî bi dest bixe. Partiyê, ji bo vê armanca xwe li hemû welat û bajaran komîsyon ava kiriye. Komîsyonên ji 9 hezar kesî pêk tê, li bajar, navçe û semtên Ewropayê xebatên hilbijartinê dimeşînin. Ev xebat jî ji aliyê Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Ewropayê ve tê meşandin. Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê û endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê Eyup Dorû, xebatên hilbijartinê û armanca HDP'ê ya li Ewropayê ji ANF'ê re nirxand.

'ARMANCA ME 400 HEZAR DENG E'

Eyup Dorû ragihand ku xebatên wan ên li Ewropayê li gelek welatan tê meşandin û anî ziman ku ev xebat jî ji aliyê koordînasyonek ji gelek derdorî ve tê şopandin. Dorû bibîr xist ku komîsyonek ji 9 hezar kesî ya ser bi vê koordînasyonê, li gelemperiya Ewropayê dixebite û got, "Li hemû bajar, bajarok û semtên Ewropayê em xebatên xwe dimeşînin. Hemû jî hevalên dildar in, ev hezar heval bi şev û bi roj dixebitin. Em dixwazin di demeke kurt de vê hejmarê derxîne 15 hezar kesî." Eyup Dorû da zanîn ku bi bikaranîna gelek navgînên ragihandinê re ew dixebitin û destnîşan kir ku ew hevdîtina rû bi rû ya bi hilbijêran re esas digirin. Dorû da zanîn ku ji ber vê xebatê ew li reaksiyonên erênî rast tên û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di encama xebatên xwe de heta niha em bi 81 hezar însanî re axivîn. Van mirovan soz dan me. Lê em ê vê hejmarê zêdetir bikin. Ji ber ku armanca me li Ewropayê bi destxistina 400 hezar dengî ye. Li derveyî welat 3 mîlyon koçber hene. Ji sedî 90 ê ji van li Ewropayê ne û koçberên siyasî û polîtîk in. Eleqeyeke mezin nîşanî partiya me didin. Telefonên partiya me qet bêdeng nabin. Heta niha em bi pirsgirêkeke cidî re rû bi rû neman."

'HDP RASTÎ ELEQEYEKE MEZIN TÊ'

Endamê Koordînasyona Hilbilbijartinê ya HDP'ê li Ewropayê Eyup Dorû da xuyakirin ku li Ewropayê eleqeyeke mezin ji partiya wan re tê nîşandan û got, "Di serî de sazî û komên xebatê yên şoreşger û çep, ELewî, Êzidî, Asûrî-Suryanî, Laz, Çerkez, Kurd, Tirk, Ermenî eleqeyeke mezin nîşanî partiya me didin. Her roj bi daxuyaniyên çapemeniyê re aşkera dikin ku li gel partiya me ne."

Eyup Dorû bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê dijîn kir ku dengê xwe bidin HDP'ê û got, "Di van hilbijartinan de du hêz li ber xwe didin. Yek jê dixwaze bi bidestxistina 400 parlamenterî re destûra bingehîn biguherîne û bibe padîşah. Hêza din jî HDP ye ku dixwaze welatekî ji jiyana azad a hemû ziman, bawerî û nasnameyên cihê reng, ava bike. Ji ber van hemûyan divê her kes di 7'ê Hezîranê de dengê xwe bide HDP'ê."

'DENG WÊ DI NAVBERA 8'Ê GULANÊ Û 31'Ê GULANÊ DE BÊN BIKARANÎN'

Eyup Dorû der barê bikaranîna deng li Ewropayê de agahiyên teknîkî jî da û got, "Li Ewropayê deng wê di navbera 8-31'ê Gulanê de werin bikaranîn. Heta 7'ê Hezîranê li gumrukan dikare were bikaranîn. Yên dixwazin bi lezgînî biçin, divê vê zanibin. Lê belê pêwîste her kes qeydkirî bin. Qeyd jî heta 27'ê Adarê divê were lêkolînkirin. Eger ne qeydkirî be, divê biçe Sefaretxaneyên Bilind ên li Tirkiyeyê û qeyda xwe çêbikin."

Eyup Dorû anî ziman ku ji bo dengên tên bikaranîn neyê dizîn wê xebat were meşandin û ragihand ku wê komên muşawîran ên ji hezaran kesî ava bikin. Dorû diyar kir ku wan ji Parlamenta Ewropa, Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropayê bi awayekî fermî xwestine û wê partiyên cuda heyetên çavdêr bişînin.

Der barê xebatên hilbijartinê û rêbaza bikaranîna dengan li Ewropayê, ji buroyên hilbijartinê yên HDP'ê û ji navnîşana http://tr.hdpeurope.eu/ agahî dikare were peydakirin.