1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Ewropayê ji bo Kobanê Kurdistanî li ser piyan e
Li Ewropayê ji bo Kobanê Kurdistanî li ser piyan e,li,ewropayê,ji,bo,kobanê,kurdistanî,li,ser,piyan,e

Li Ewropayê ji bo Kobanê Kurdistanî li ser piyan e

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN -ANHA Komkujî û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, li gelek welatên Ewropayê ji aliyê bi deh hezaran Kurdistaniyan ve bi çalakiyan hat protestokirin.

Li ber Parlamenta Swîsreyê protestoya DAIŞ'ê

Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û banga hişyariyê li raya giştî ya Ewropayê bê kirin, li paytexta Swîsre Bernê meşek hat lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ên bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bernê hatin cem hev, li Helvetiaplatzê hatin cem hev û heta parlamenta Swîsreyê meşiyan. Li vê derê bi zimanê Elmanî daxuyaniyek hat dayîn û piştre li ser navê PYD'ê Rûhat Kobanê axivî. Kobanê da xuyakirin ku êrîşa niha li dijî Kobanê tê kirin êrîşa li hemberî mirovahiyê ye û destnîşan kir ku Kurd wê heta dijminê mirovahiyê DAIŞ tine bibe, şer bike. Mîtîng li dû axaftinan bi dirûşman bi dawî bû.

Li aliyê din li bajarên Jona û Solothorn ên Kantona St Gallen ên Swîsreyê jî, ji bo Şengal û Kobanê stand hat vekirin.

HAMBURG: Li bajarê Elmanya Hamburgê nêzî 2 hezar kes, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û dewleta Tirk a destekê dide çeteyan, şermezar kirin. Di meşa bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Hamburgê ve hat organîzekirin de, parlamenterên Partiya Çep ên Hamburgê Cansû Ozdemîr û Mehmet Yildiz jî amade bûn. Kurdên li ber stasyona trenê ya navendî dest bi meşê kirin xwestin, dewleta Tirk hew alîkariyê bide çeteyên DAIŞ'ê. Meş li qada Gansemarktê bi mîtîngê bi dawî bû. Di mîtîngê de her wiha banga beşdariya li mîtînga jinê ya roja Înê ya li Monckebergstrasse'yê hat kirin.

BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê li meydana Brandenburg Tor êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê hatin şermezarkirin. Mîtînga li ser banga saziyên Kurdan ên li Berlînê hat lidarxistin, bi beşdariyeke xurt pêk hat. Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mûhammed di axaftina xwe ya li mîtîngê de bal kişand ser bêdengiya welatên Rojavayî ya li pêşberî êrîşên li hemberî Kobanê. Her wiha bi merasîmeke girseyî re Buroya Agahdarkirina Rojava li Berlînê hat vekirin. Qûrdeleya buroyê ji aliyê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ve hat jêkirin.

HANNOVER: Li bajarê Elmanya Hannoverê jî mîtîng li ber strasyona navendî ya trenê hat lidarxistin. Girseya gel êrîşên li hemberî Kobanê şermezar kir û peyama "Kobanê ne bi tenê ye" da. Di xwepêşandanê de bi sedan belavokên ji aliyê NAV-DEM'ê ve hatibûn amadekirin, hatin belavkirin. Her wiha wê sibê li Hannoverê bi mijara "Li Rojava rengîniyeke demokratîk di bin gefa DAIŞ'ê de ye" panelek were lidarxistin. Di 26'ê Îlonê roja Înê de jî wê Meclîsa Jinê ya hannover li meydana Steintor mîtîngekê lidar bixe.

KOLN: Êrîşên rêxistina terorê DAIŞ ên li dijî Kobanê, li Kolnê bi mîtîngekê hatin şermezarkirin. Di axaftinên li mîtînga bi beşdariya bi sedan kesî de peyama "Kobanê ne bi tenê ye" hat dayîn. Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç di axaftina xwe de DYA û cîhana Rojava rexne kir û got, "Li ku ma biryara we ya destwerdanê. Piştî ku komkujî rû dan hûn ê hingî dest lê werdin? Gelo pêwîstî bi mirina mirovan heye? Divê Şengaleke duyemîn bê jiyîn? Em têkoşîna we ya li hemberî DAIŞ'ê samîmî nabînin."

NURNBERG - SAARBRUCKEN: Nêzî hezar Kurd û şoreşger-sosyalîst ên li Nurnbergê hatin cem hev, êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê û bêdengiya raya giştî ya cîhanê û raya giştî şemerzar kirin. Di çalakiya ku dirûşmên "Bijî Berxwedana YPG", "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK" hatin qîrîn de gelek belavok hatin belavkirin. Li Saarbruckenê jî mîtînga li meydana Saargalerie bi beşdariya zêdeyî 500 Kurdistanî û dostên wan hat lidarxistin. Di axaftinên li çalakiyê de hat destnîşankirin ku DAIş wê ti carî bi ser nekeve.

PARÎS: Li ser banga Koordînasyona CDK-F, saziyên Kurd, Fransa û Sûriyeyî li meydana Les Halles a Parîsê mîtîngek lidar xistin. Di mîtînga ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên şoreşê destpê kir de, alên KCK, YPG, PYD, PKK, FEDA û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku yekane hêza li hemberî barbariya DAIŞ'ê li ber xwe dide Kurd in û pêwîste Kurdên li Ewropayê dijîn jî, vê berxwedanê ji cîhanê re ragihînin.

MARSÎLYA: Li Başûrê Fransa bajarê Marsîlyayê bi armanca piştevaniya berxwedana Kobanê mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de li gel bi sedan Kurdistaniyan Berberî û endamên Partiya Komunîst a Fransayê jî amade bûn. Mîtîng li meydana Vieux Port pêk hat. Siyasetmedarê Kurd Cûma Tak li vir axivî û bal kişand ser girîngiya berxwedana Kobanê. Tak bang li Kurdistaniyên li Marsîlyayê kir ku piştgiriyeke aktîf bidin berxwedana Kobanê û destnîşan kir ku berxwedana Kobanê wê çarenûsa Kurdistanê diyar bike.

RENNES: Li Rojavayê Fransa bajarê Rennesê jî, bi heman armancê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn. Kurdên li meydana Şaredariyê hatin cem hev, li ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî gelê Kurd, belavok belav kirin. Çalakî piştî xwendina daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, êrîşên DAIŞ'ê bi mîtîngekê hatin şermezarkirin. Di çalakiya bi organîzeya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Viyanayê li Karlplatzê pêk hat de PYD, AVESTA-Komeleya Jinên Kurd, ATIGIF, TIKB, Komala Êzidiyan li Viyanayê û alîgirên MLKP'ê amade bûn. Di çalakiyê de bêdengiya cîhana rojava ya li hemberî êrîşên DAIŞ'ê hat protestokirin û hat diyarkirin ku welatên destekê didin DAIŞ'ê sûcê li dijî mirovahiyê dikin.

LÎMASOL: Êrîşên DAIŞ'ê li bajarê Qibris Lîmasolê jî bi çalakiyekê hatin şermezarkirin. Bi dehan Kurdên li çalakiyeke li Navenda Çanda Kurd hatin cem hev de, hat destnîşankirin ku ew li cem Kobanê ne.