Li Ewropayê ji du xebatkaran yek qurbana stresêye
BILBAO 15.06.2014 07:15:04 Li Ewropaya ku hemû pergal li ser bikarhênerî û hebûnê hatiye avakirinê, pirsgirêka herî mezin ya bi mîlyonan xebatkarî, pirsgirêkên psîkolojîk yên ji ber stresê pêk têne. Li gorî merciyên fermî, li seranserê YE’yê ji sedî 60 raporên nexweşiyê girêdayê pirsgirêkên psîkolojîk yên li cihên kar tên jiyîne.
Li dijî zextên psîkolojîk yên giran ên li cihê kar pêk tên û dibe sedema 240 mîlyar euro ya aboriya YE’yê dê kampanyayek ku dê du salan bidome pêk bê.
RAPORÊN NEXWEŞIYÊ: JI SEDÎ 60 JI BER STRESÊ YE
Li gorî daneyên Ajansa Ewlehî û Tenduristiya Kar a Ewropayê (OSHA) ku navenda wê li Bîlbaoyê ye, li seranserê YE’yê wendahiyên kar yê ji ber jiyana kar pêktên, piraniya wê girêdayê stresê ye. OSHA’yê da zanîn ku da zanîn ku nexweşiyên ji kar pêk tên ji sedî 50-60 ji stresê pêk tê.
OSHA’a daz anîn ku nexweşiyên ku xebatkarên YE’yê pê dikevin, panîk atak, xerabûnên xewê, westandin e û ev jî bi xwe re nerehetiyên psîkolojîk tîne. OSHA’yê dest nîşan kir ku wendahiya ku ev nexweşî didin aboriya YE’yê jî girane û wiha hat gotin: “ Sedemên sereke yên nexweşiyan jî pisgirêkên stres û psîko-civakine. Ji ber van pirsgirêkan gelek xebatkar bi sendruma têk çûnê ya ‘burnout’ re rû bi rû ne.
TIRS NEXWEŞ DIKE
Di nava sedemên pirsgirêkên stres û psîkolojîk de, tirsa wendakirina kar, dema dirêj ya kar, fikara têr nedîtinê, baldar negirtin, der barê peywir û berpirsyariyan de nezalal bûn tê. Bi taybet kesên ku berê bi tecrube bûn zêdetir bi tirs bûn. Li seranserê YE’yê raporên ku nexweş digirin û zirara ku dide aboriya YE’yê bi giştî 240 mîlyar euro ye. ji vê 136 mîlyar, ji ber tunebûna xebatkaran di hilberînê de pêk tê.
OSHA’yê da zanîn ku li dijî vê pirsgirêka giran dê kampanyaya ku 2 salan dê berdewam bike pêk bînin.