Li Ewropayê çalakiyên ji bo Kobanê dewam dikin
NAVENDA NÛÇEYAN 28.09.2014 06:05:13 Kurdistanî ji bo xwedî li berxwedana Kobanê derkevin li gelemperiya Ewropayê daketin kolanan. Bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, duh tevahiya rojê û danê êvarê çalakî hatin lidarxistin.
LI NORWECÊ BI CÎGIRA SEROKÊ MECLÎSÊ RE HEVDÎTN HAT KIRIN
Kurdên li Norwêcê dijîn, di çalakiya rûniştinê ya ji bo Kobanê de encamek cidî wergirtin. Kurdan bi Serokatiya Meclîsa Norwêcê re hevdîtin kirin û daxwazên xwe jê re ragihandin.
Di çalakiya rûniştinê ya li paytext Osloyê de duh danê nîvro bi Cîgira Serokê Melcîsa Norwêcê Marit Nybakken re hevdîtin hat lidarxistin. Nybakken a çalakger ziyaret kir, li vir axaftinek kir û got, "Ez ne weke kesekî, li ser navê Meclîsa Norwêcê li vir im." Dûre li ser navê girseya gel jî du ciwanên ji bo bi Serokê Meclîsê re hevdîtinê bikin çûn avahiya meclîsê.
Di hevdîtinê de ciwanên Kurd êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî jin û zarokan û rewşa dawî ya li Kobanê ji Serokê Meclîsê re ragihandin. Di hevdîtinê de hat xwestin ku Kantonên Rojava ji aliyê hikûmeta Norwêcê ve bi awayekî fermî bên naskirin û li gel alîkariya însanî ya ji bo Rojava, firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bê rawestandin. Di hevdîtine de hat destnîşankirin ku çekên ji Tirkiyeyê re tên dayîn, diçin ji DAIŞ'ê re.
Ciwanan piştî hevdîtinê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku wan ji bo daxwazên xwe sozek şênber negirtine, lê belê Serokê Meclîsê aniye ziman ku di mijara alîkariyên însanî yên ji bo Rojava de ew ê yekser bi saziyên Rojavayî re têkiliyê deynin û bi vî rengî alîkariyê bişînin.
Çalakiya Kurdistaniyan a li ber parlamenta Norwêce rastî eleqeyeke mezin a çapemeniya Norwêcê jî hat.
Kurdên li Norwêcê wê roja Sêşemê jî saet di 15:00 de li Konsolosiya Tirkiyeyê ya li Norwêcê çalakiya protestoyî lidar bixin.
MACARÎSTAN
Kurdên li Macarîstanê dijîn jî, bi pêşengiya Komeleya Enformasyonê ya Kurdistanê ya li paytext Bûdapeşte dixebite, çalakiyek lidar xistin. Bi armanca xwedîderketina li xwedana Kobanê duh êvarê li kolana Akacfa meşeke bi meşaleyan pêk hat. Dim eşê de ji bo bexwedana Kobanê, YPG, PKK û Ocalan dirûşme hatin qîrîn û dûre li Meydaan Vorosmarty daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn. Di çalakiya ku nêzî 70 Kurdistanî beşdar bûn de Hozan Şemdîn jî li ser berxwedana Kobanê axaftineke kurt kir. Di çalakiyê de li ser barbariya DAIŞ'ê broşur hatin belavkirin.
LI STRASBOURGÊ MEŞ Û ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ
Meşa bi heman armancê ya li bajarê Fransa Strasbourgê, li dû konê 3 rojan hatibû vedan bi beşdariya 700 kesî pêk hat. Li dû meşa ku li Place Kleber bi dawî bû, komek ji 100 kesî li ber dêra dîrokê ya bi navê Cathedrale çalakiya rûniştinê pêk anî. Çalakiyên li bajarê Strasbourgê wê roja Duşemê li ber Konseya Ewropayê dewam bikin.
MULHOUSE
Li bajarê Mulhouse, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û 12 saziyan bi meşeke girseyî piştgirî dan kobanê. Di meşa roja Şemiyê saet di 15'an de li Parc Salvatore destpê kir de nêzî 500 Kurdistanî, Tirkiyeyî û welatiyên Fransayê amade bûn. Li dû meşê girseya gel li ber avahiya Walîtiyê hat cem hev û daxuyaniyek da çapemeniyê. Li bajarê Metzê jî wê îro bi beşdariya endamên saziyên kurd, çepa Tirk û Elewiyan li ser rewşa Şengal û Rojava panelek bê lidarxistin.
LI BAJARÊ TOULOUSE JI PARTIYÊN ÇEPGIR Û RASTGIR ÊN FRANSAYÊ Û YNK'Ê PIŞTGIRÎ
Kurdên li bajarê Toulouse dijîn, nerazîbûn nîşanî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê dan. Navenda Civaka Demokratîk a Toulouse li Meydana Capitol meş û mîtîngek lidar xist û ji çar parçeyên Kurdistanê Kurd beşdar bû. Partiya Antî Kapîtalîst a Nû ya Fransayê (NPA), Eniya Çep (Front de Gauche), Peuple Mondial (Hewdana Gelên Cîhanê), Yekîtiya Demokratîk a Serbixwe (UDI) û Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) bi amadebûna nûnerên xwe re piştgirî dan çalakiyê. Çalakî li dû axaftinan bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê", "Viva YPG" bi dawî bû.
NANTES/RENNES
Li rojavayê Fransayê jî, bi armancan piştgirîdayîna berxwedana Kobanê li bajarên Rennes û Nantesê çalakî hatin lidarxistin. Kurdistaniyên li rennesê, duh bi meşekê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê şemezar kirin. Di meşa bi beşdariya 500 kesî de belavok hatin belavkirin û bal hat kişandin ser êrîşên giran ên Kobanê ku ji 15'ê Îlonê û vir ve li hemberî Kobanê tê kirin. Meşa li navenda bajêr destpê kir li Meydana Şaredariyê bi mîtîngekê bi dawî bû. Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Nantesê jî li dû çalakiya kon a 3 rojan meşek lidar xistin.
ÎNGOLSTADT
Li bajarê Îngolstadt ê eyaleta Bavyera ya Elmanyayê, bi organîzeya Însiyatîfa Gel a Îngolstadtê, Federasyona Elewiyan a Ewropayê û Medya Volkshaus a Nurnbergê meşek hat lidarxistin. Di meşa bi beşdariya 500 kesî de êrîşên qirêj ên li hemberî Kobanê hatin şermezarkirin. Gelê Elman jî çalakî ji nêz ve şopand.
ÇALAKIYA KON A LI FRANKFURTÊ BI MEŞEKÊ BI DAWÎ BÛ
Li bajarê Frankfurtê konê li Meydana Romerê hat vedan, duh bi meşekî hat rakirin. Meş ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Frankfurtê ve hat lidarxistin û endamên ADHK, Jinên Demokrat ên Nû û Partîzan beşdar bûn. Meş li meydana Alte Oper veguherî mîtîngê. Seroka Meclîsa Amara a Frankfurtê Rûken Karkoç di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku êrîş tevahiya destketiyên Rojava û nirxên mirovahiyê hedef digirin û banga dijderketina li êrîşan kir.
LI KOLNÊ ÇALAKIYA DAGIRKIRINÊ
Ciwanên endamên koma bi navê Ciwanên Apoyî yên Kolnê jî, destnîşan kirin ku li dijî planên qirêj ên li hemberî Kobanê ew ê her tim çalakiyan lidar bixin. 70 ciwanên ji komê saet di 22:30 de, li Stasyona Trenê ya Navendî ya Kolnê (Hauptbahnhof) çalakiya dagirkirinê lidar xistin. Çalakî li deseka ciwanên Kurd û Elman rast hat. Di daxuyaniya ji aliyê ciwanan ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku ew ê ti carî gelê Kobanê bi tenê nehêlin.
LI DORNBIRN'Ê LI HEMBERÎ ÊRÎŞA ÇETEYÊN DAIŞ'Ê PARASTINA REWA
Kurdistaniyên li bajarên Bregenz û Dornbirn ên Awûstûryayê dijîn, bi armanca şermezarkirina DAIŞ'ê û destekdayîna berxwedana Kobanê meşek lidar xistin û standa agahdarkirine vekirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê girseya gel dest bi meşê kir. Lê belê komeke ku ji bo DAIŞ'ê dirûşme diqîriya xwest êrîşî girseyê bike. Li ser destwerdana ciwanên Kurd koma mijara gotinê reviya, dûre dîsa li hev civiya û xwest careke din êrîş bike. Lê belê êrîş vê komê di encama destwerdana polîsan û ciwanên Kurd de hat astengkirin. Piştî bûyerê hin sempatîzanên DAIŞ'ê hatin binçavkirin. Polîsan her wiha xwestin ciwanên Kurd ên girseya gel ji êrîşî parastin binçav bikin, lê gel destûra vê neda.
LI NAVENDA LONDONÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ DAIŞ'Ê
Bi amanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kantona Kobanê li paytexta Îngilîstan Londonê çalakî dewam dikin. Li dû çalakiya girseyî ya roja Çarşemê li ber parlamentê, roja Şemiyê jî li Oxford Circusê ku yek ji cihên navendî yê Londonê ye çalakiya protestoyî hat lidarxistin. Di axaftinên li çalakiyê de bang li raya giştî ya navneteweyî hat kirin, li dijÎ êrîşên li hemberî Kobanê bi berpirsyarî rabe. Çalakiya du saetan a li Oxford Circusê piştre bi meşekê dewam kir. Meş li stasyona Marble Arch bi dawî bû. Kurdistanî wê îro jî li Edmontonê çalakiyê lidar bixin. Meşa li Angel Corner a Edmontonê saet di 13:00 de destpê bike wê li Navenda Civaka Kurd a li haringeyê bi dawî bibe.