1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Ewropayê çalakiyên ji bo Kobanê didomin
Li Ewropayê çalakiyên ji bo Kobanê didomin,li,ewropayê,çalakiyên,ji,bo,kobanê,didomin

Li Ewropayê çalakiyên ji bo Kobanê didomin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN ANF Kurdistaniyên êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê şermezar dikin, li Elmanya, Norwêc û Fransayê daketin qadan. Di çalakiyan de xwedî li berxwedana li Kobanê hat derketin.

LUBECK: Li bajarê Elmanya Lubeckê bi hezaran Kurdên hatin cem hev, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û kantonên din ên Rojava protesto kirin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lubeck ve hat organîzekirin, MLPD, Die Linke û Antifa Enternasyonal destek dan. Meşê ji ber ber gara trenê ya navendî destpê kir û di nava bajêr de bi qasî du kîlometreyan dewam kir. Girseya gel piştî çalakiya rûniştinê ya li dû meşê mîtîngek lidar xistin û banga alîkariya lezgîn a ji bo Kobanê li raya giştî ya Ewropayê hat kirin.

FREIBURG: Tevgera Jinên Kurd û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Freiburgê, çalakiya nobedê ya ji bo Kobanê lidar dixistin, bi meşekê bi dawî kirin. Meş bi beşdariya bi hezaran Kurdistanî û komên çep ên Elman ji ber avahiya Şaredariyê destpê kir û li ber Zanîngeha Freiburgê veguherî mîtînê. Di meşê de li ser rewşa Kobanê û daxwaza vekirina korîdora lezgîn belavok hatin belavkirin.

STUTTGART: Li Stuttgartê bi hezaran Kurdistanî û dostên wan, bi dirûşma "Kobanê li ber xwe dide, xwedî li Kobanê derkevin" meşek lidar xistin. Bi hezaran kesên li ber stasyona trenê ya navendî civiyan, bi pankarta "Terorê Rawestînin" meşiyan. Meşê heta meydana Schloss dewam kir û di mîtînga li vir de parlamentera Partiay Çep a Elman ya parlamenta Eyaletê Heike Haensel axivî. Haensel di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa li Kobanê û destnîşan kir ku divê ji berxwedêrên Kurd re bi her awayî destek were dayîn.

OSNABRUCK: Kurdên li bajarê Osnabruckê dijîn jî, bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û hevkariya AKP'ê ya bi DAIŞ'ê re, meşek lidar xistin. Meş ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Osnabruckê ve hat organîzekirin û Komeleya AADF Osnabruck, partiya Die Linke, rêxistina ciwanên Elman a antî faşîst û komên demokratîk ên mîna wan, destek dan çalakiyê. Meşa li ber gara Osnabruckê destpê kir, bi beşdariya hezar kesî saet di 18'an de bi mîtîngekê bi dawî bû.

HANNOVER: Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, li Hannoverê ji aliyê Komîsyona Jinê ve bi çalaiyekê hat protestokirin. Di mîtînga li ber gara navendî de, berxwedana Kobanê hat silavkirin û bang li raya giştî ya Elman hat kirin ku komkujiyên DAIŞ'ê bibîne û li hemberî wan hişyar be.

ROMA: Li paytexta Îtalya Romayê, navendên civakî û Komeleya Çandê ya Ararat, ji bo Kobanê 2 rojan çalakî lidar xistin. Di 17'ê Cotmehê de li meydana Largo Argentina ya tûrîst a Romayê, nêzî 300 Kurdistanî û welatiyên Îtalya çalakî lidar xistin. Di vê çalakiyê de desteka Tirkiyeyê ya ji bo çeteyan hat şermezarkirin. Di 18'ê Cotmehê de jî li herêma Largo Preneste, meşek hat organîzekirin. Nêzî du hezar beşdarên meşê, bi qasî sê kîlometreyan meşiyan û destek dan berxwedana li Kobanê.

TOULOUSE: Li bajarê Fransa Toulouse, bi pêşengiya komîteya piştevaniya Rojava, li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê çalakiyek hat lidarxistin. Di mîtînga li meydana Capitol de bi hezaran kes amade bûn. Li ser navê Partiya Komunîst a Fransayê Pierre Laceze, li ser navê NPA Pierre Granet, li ser navê Partiya Çep Annie Ertz û ji Patriya Sosyalîst jî parlamenter Gerard Bapt axivîn. Li dû axaftinan girseya gel meşiya û piştî meşa li nava bajêr careke din li meydana Capitol vegeriyan.

DREUX: Li bajarê Fransa Dreuxê, nêzî du sed Kurd û dostên wan, ji bo Kobanê meşiyan. Çalakiya ku ji aliyê Navenda Çandê ya Elewiyan a Dreuxê ve hat lidarxistin, Komeleya Piştevaniyê ya Kurdistan-Fransa, Partiya Komunîst, partî û rêxistinên komên siyasî piştgirî dan. Meşvanan bi mîtîngeke li qada Garê, dawî li çalakiya xwe anîn.

NORWÊC: Kurdên li Norwêcê dijîn, çalakiyên destekkirina Kobanê li bajarên biçûk jî belav dikin. Li bajarê Fredrikstadê Kurdistanî ji bo Kobanê meşiyan. Şêniyên bajêr jî eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê dan.

LONDON: Li paytexta Îngilîstan Londonê, çalakiyên protestokirina DAIŞ'ê bi awayên cuda dewam dikin. Ciwan li ber parlamentê hatin cem hev û ji bo balê bikşînin ser rewşa bi hezaran jinên ji aliyê çeteyan ve hatine revandin û di bazaran de tên firotin, bi şêweyê şanogerî 'bazara jinan a DAIŞ'ê' lîstin. Lîstika şano ya ciwanan rastî pêwendiyeke mezin a derdorê hat. Çalakiya protestoyî ya ciwanan di çapemeniya Îngilîz de cihekî berfireh girt.