1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Farqînê 800 xanî hatin nûkirin
Li Farqînê 800 xanî hatin nûkirin,li,farqînê,800,xanî,hatin,nûkirin

Li Farqînê 800 xanî hatin nûkirin

A+ A-

AMED (DÎHA) - Li navçeya Farqînê 800 xaniyên ku di êrîşên hêzên dewletê de xirab bûn an jî zerar dîtin ji aliyê Yekîneyên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatin nûkirin. Şaredariyê heta niha 750 hezar lira xerç kir û plan dike ku di demek kin de hemû avahiyan nû bike.

Li navçeya Farqînê ya Amedê di êrîşên çekdarî yên hêzên dewletê de, bi sedan xanî hatin hilweşandin. Piştî xaniyên welatiyan di êrîşa hêzên dewletê de zerarek mezin dît, Yekîneyên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê zend û bend badan û dest bi restorasyonê kirin. Yekîneyên Şaredariyê rê û kanalîzasyon çêkir û dest bi avakirina xaniyan kir. Şaredariyê heta niha nêzî 800 xaniyên li taxên Tekel, Mescit û Konakê restore kir. Piştî qedexeya li ser kolanan a dewletê bi dawî bû, Şaredariyê dest bi xebatên avakirinê kir. Yekîneyên Midûriyeta Giştî DÎSKÎ a Şaredariyê ewil qanalên avê û rê çê kir û xizmeta avê û rê da welatiyan. Şaredariyê piştre bi yekîneya 40 kesan û 14 maşîneyên kar 4 rojan rê ava kirin. 110 karkerên paqijiyê dest bi hemû karê paqijiyê kir. Piştî karê binesaziyê Hezar û 500 pakêtên alîkariyê yên zexîreyan li welatiyan belav kir.

Ji 800 malan 100 mal wêran bûne

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Huseyin Bayrak, diyar kir ku li gorî tespîta destpêkê ji 800 xaniyên rastî êrîşa çekdarî yên hêzên dewletê hatine jê 100 mal bi giranî zerar dîtine û wêran bûne. Bayrak, destnîşan kir ku nêzî 20 mal jî hatine halê ku hilweşin. Bayrak, anî ziman ku Lijneya Koordînasyona Bajar a Amedê ya TMMOB'ê, (ÎKK) û Ekîbê Yekîneyên Zanîngeha Dîcleyê dê biryara hilweşandinê ango avakirinê bide û li gorî wê tev bigerin.

Yekîneyên şaredariyê dixebitin

Bayrak, daxuyand ku yekîneyên teknîkê ewil şebekeyên avê, xetên ceyranê û rê çêkirin û wiha got: "Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ bi yekîneya 35 kesan hemû pirsgirêkên avê çareser kir. Yekîneya 40 kesan a girêdayî Serokatiya Daîreya Koordînasyonê û Nerîna Avakirina Rê 4 rojan xebat meşandin û rê çêkirin. Bayrak, da zanîn ku li taxên Konak, Mescît û Tekelê xebatên wan ên çandiniya daran jî didome û ji bo zarokan jî xebatên wan hene.

Xebat berdewam dike

Bayrak, bibîrxist ku piştî zerar tespît kirin derket holê ku ji 800 xaniyan 680 xanî camê wan hatine şikandin û camê nêzî 450 malan jî nû kirine û wiha got: "Di êrîşan de 77 deriyên çelîk û 198 deriyên text zerar dîtine. Me ev derî nû kirin. Xebatên me yên nûkirin û avakirinê didomin. Me dest bi nûkirina derî, cam û dîwarên dikanan ên ku zerar dîtine kiriye. Nêzî 200 deriyên dikanan hatine amadekirin. Sîparîşa19 deriyên otomotîk hatine dayîn. Ji bo dîwarên xanî û dikanên ku zerar dîtine jî yekîneya sewaxê hatiye avakirin. Nêzî 28 hevalên me dixebitin. Xebatên boyayê jî didomin. Lê ji ber şertên zivistanê hin xebat dibe ku heta baharê jî dirêj bibe. Heta niha nêzî 750 û 800 hezar lira maliyet çêbûye. Zerara ku li taxan derketiye nêzî 6-10 milyon lira ye. Şaredarên girêdayî Yekîneyên Şaredariyên Herêma Anatoliya Rojhilat Başûr (GABB) piştgiriyê didin xebatên Farqînê. Kesên dixwazin alîkarî û piştgirî bidin jî dikarin bi riya GABB'ê piştgiriyê bidin Farqînê."

(mae)