1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Farqînê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn
Li Farqînê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn,li,farqînê,di,navbera,ciwan,û,polîsan,de,pevçûn

Li Farqînê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn

A+ A-

4 Pûşper

AMED (DÎHA) - Li navçeya Farqînê ya Amedê ji bo çêkirina qereqol û qeleqolan şermezar bikin, ciwanan rê ji trafîkê re girtin, di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derketin. Di encama pevçûnan de 2 rojnameger bi giştî 3 kes birîndar bûn.

Li navçeya Farqînê ya Amedê, ciwan ji bo çêkirina qereqol û qaleqolan şermezar bikin û berxwedana Liceê silav bikin, duh saetên êvarê li kolana Egîtîm ya taxa Baglar, kolanên Buyuk Çeşme, rêya Amed-Êlih-Bedlîsê ji trafikê re girtin. Dema ciwanan çalakî lidarxistin û dirûşm berz dikirin, polîsan bi 3 wesayîtên akrep, 2 TOMA'yan hatin cihê çalakiyê û bi ava şid, bombeyên gazê û guleyên plastîk mudaxaleyî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi bombeyên deng, fîşekên hewayî, molotof û keviran bersiv dan polîsan. Pevçûn heta derengiya şevê berdewam kir û polîsan gelek bombeyên gazê avêtin tax û Parka Kaniya Navîn.

Welatiyên ku li ser riya Amed-Êlih-Bedlîsê li hev kombûbûn bi berzkirina dirûşmên; "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" piştgirî dan çalakiya ciwanan. Polîs bi anonsê xwest welatî belav bibin û welatiyan polîs şermezar kirin. Her wiha polîsan bi ava şid û mermiyên plastîk mudaxaleyî rojnamegerên ku nûçe dişopandin, kirin. 2 rojnameger û kesekî ku navê wî nehat hînbûn bi mermiyên plastîk birîndar bûn. Welatiyan xwestin ambulans werê birîndaran bibe, lê bi hinceta ku ewlehiya rê nîne ambulans nehatin. Piştî saetekê ambulans hat cihê bûyerê.

Pevçûna navbera ciwan û polîsan heta derengiya şevê berdewam kir û ciwanan bi xwendina sirûda 'Çerxa Şoreşê' û berzkirina dirûşma 'Şehîd namirin' çalakî bi dawî kirin.

(ça/lg)