Li Farqînê komunên gundan tên avakirin
AMED (DÎHA) - Li Farqînê ku bi rojan di bin terora dewletê de ma û hate xirakirin bi xebateke hevpar navçe ji nû ve tê avakirin. Ji bo xebatên înşayê dê komunên gundan bên avakirin.
Li navçeya Farqînê ya Amedê ku 12 rojan di bin terora dewletê de ma û navçe ji aliyê hêzên dewletê ve wekî ku hate wêrankirin. Taxên Tekel, Konak û Mescîtê piştî ku qedexeye derketina derve û kolanan hate rakirin xebatên înşayê hate destpêkirin û xebat bênavber didomin. Şaredariya Farqînê, Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê û GABB bi hevre û bi alîkariya welatiyên dildar ve jî xebatên înşayê bênavber tên kirin, mal û kargehên welatiyan ji nû ve tên çêkirin, çêkirina riyan û binesaziya taxan berdewam dike. Ji bo ku li taxan xebatên înşayê bi lezgîn pêş bikeve bi welatiyên taxan û keyayan re civîn tên lidarxistin, rêxistinên HDP û DBP'ê, Şaredariya Farqînê jî gund bi gund digere ji bo pêçana birînên ku hêzên dewletê vekiriye, bangawaziyan dike.
Ji komunên gundan ji bo gelê Farqînê piştgirî
Hevserok û rêveberên HDP û DBP'ê yên navçeyê, xebatkarên Şaredariya Farqînê jî di nav de komên ku ji dehan kesan pêk tên li gundên Farqînê geriyan û civîn li dar xistin. Komên ku li gundan xebatê didin meşandin ji 95 gundên li navçeyê li 30 gundan ji bo înşayê civîn lidarxistin. Welatiyên gundan bi eleqeyeke mezin koman pêşwazî dikin û ji bo ku bikaribin tevli xebatên înşakirina navçeyê bibin dê komunên gundan ava bikin. Alîkariyên ku dê li komunên gundan kom bibin bi riya Şaredariya Farqînê ve dê bigihînin gundan.
'Gundî dê birînên Farqînê bipêçin'
Endamê Meclîsa Şaredariya Farqînê Mehmet Tahîr Turan têkîldarî xebatan agahî da û got ku dê li gundan civîn berdewam bikin û ji bo texrîbatên li Farqînê ji holê bên rakirin ji gundiyan alîkarî xwestine. Turan gut ku welatiyên gundan eleqeyeke pir mezin nîşanî wan dane û ji bo alîkariya Farqînê û pêçana birînan dê alîkariyê bikin.
Turan bilêv kir ku welatiyên gundan dê komunan ava bikin û wiha berdewam kir: "Welatiyên gundan bi van alîkariyên ku dê li komunan kom bikin an dê bixwe bînin an jî em ê wekî şaredarî biçin û ji wan teslîm bigirin û li gelê ku zirar dîtine belav bikin. Welatiyên gund dê pere, betanî, cil çi hebe dê li komunan kom bikin. Derfetên kê hebe dê bînin komunan."
Turan anî ziman ku gundiyan gotina "Birînên Farqînê birîna me ye. Çi hatiye serê Farqînê hatiye serê me jî" bi kar anîne û got ku ew li benda alîkariya gelên Tirkiyeyê ne jî.
(sa)