Li Farqînê li dijî qereqolan çalakî
7 Pûşper
AMED (DÎHA) - Li navçeya Farqînê ya Amedê ciwanan bi armanca çêkirina qereqol û qeleqolan şermezar bikin û piştgiriyê bidin berxwedana Lîceyê çalakî li dar xistin û polîsan êrîş li çalakiyê kirin û pevçûn qewimîn.
Li navçeya Farqînê ya Amedê ciwanan bi armanca çêkirina qereqol û qeleqolan şermezar bikin û piştgiriyê bidin berxwedana Lîceyê çalakî li dar xistin û polîsan êrîş li çalakiyê kirin û pevçûn qewimîn. Ciwanên li kolana Azîzîoglu ya taxa Selahattîn hatin cem hev û rê ji tirafîkê girtin. Piştî demekê polîs hatin cihê bûyerê bi ava şid û bombeyên gazê êrîş li ciwanan kir. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî, bombeyên deng, molotof û keviran bersiva polîsan da. Pevçûnên li kolana Azîzoglu dest pê kirin li taxên Tekel û Mescîtê heya derengî şevê berdewam kir. Piştî ciwan li nava kolanan belav bûn polîsên sivîl li kolanan geriyan.
(bd)