Li Farqînê panela 'Xweseriya Demokratîk'
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî Xweseriya Demokratîk a ku di 14'ê tîrmeha 2011'an de îlan kir li navçeya Farqînê ya Amedê panel li dar xist.
KCD'ê têkildarî Xweseriya Demokratîk a ku di 14'ê tîrmeha 2011'an de îlan kir li Amed, Wan, Êlih, Şirnex, Mêrdîn û Colemêrgê panel û civînên gel li dar dixe. Di panele li navçeya Farqînê ya Amedê de mijarên "Xwerseriya Demokratîk çi ye?" û "Çima Xwerseriya Demokratîk" hatin niqaşkirin. Panel li Cafeya Sîn a li Parqa Gulan a li taxa Yenîşehîrê ya Farqînê pêk hat. Panelê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di panela moderatoriya wê Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê navçeyê Mahmut Ektî kir de Endamê Lijneya Koordînasyona KCD'ê û Parelementerê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk tevlî bûn. Şaredarê Farqînê Fadil Erdede, rêveberên BDP'ê yên Amed, Farqîn û Hezo û gelek kesên din tevlî panelê bûn. Çelîk, diyar kir ku kurdan li Suriyeyê xweseriya xwe ava kirin û wiha got: "Berî her tiştî ez xweseriya demokratîk silav dikim û ji çar parçeyên Kurdistanê re pîroz bibe."
Çelîk, anî ziman ku bi ser îlankirina xweseriya demokratîk de salek derbas bû û wiha axivî: "Piştî pêvajoya îlanê dîrokê fersenda pêşerojê bibîn ji me re nasî. Kurdistana Rojavayê xweseriya demokratîk îlan kir û ev yek ji bo kurdan gelek girîng e û ez hemû kesên keda wan heye silav dikim û serkefitinê ji wan dixwazim." Çelîk, da zanîn ku saleke li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîd berdewam dike û ev yek neyê qebûlkirin. Pişt re panelê bi pirs û bersivan berdewam kir. Piştî panelê welatiyan slogana "Bijî Serok Apo" berz kirin.
(bd/mae)