1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Ferzad Kemangerê tenê ders na jiyana kurdî jî tê hînkirin
Li Ferzad Kemangerê tenê ders na jiyana kurdî jî tê hînkirin,li,ferzad,kemangerê,tenê,ders,na,jiyana,kurdî,jî,tê,hînkirin

Li Ferzad Kemangerê tenê ders na jiyana kurdî jî tê hînkirin

A+ A-

KADRÎ OZKAN

AMED (DÎHA)- Ji 3 dibistanên bi sitatuya dibistana taybet dest bi perwerdehiya kurdî kir yekê jî Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger e û li dibistanê zengila dersê bi "Zimanê kurdî" lê dide. Mamosteyê Dibistanê Salîh Altindag got, "Bi pergela me pêk anî zarok kolektîf difirkirin û her tiştî parve dikin. Ji ber ku zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê dibînin hêj bêtir bi xwe bawer in û bêtir xwe azad hîs dikin."

15'ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî her sal tê pîrozkirin. Di 15'ê Gulana 1932'an de Kovara Hawar bi tîpên latînî û kurdî dest bi weşanê kir. Kovara li sirgûniyê dest bi weşanê kir û bigiştî 57 hejmar bi erebîn û latînî hatin çapkirin. Piştî 24 hejmaran şunda kovar bi tîpên latînî hate çapkirin. Kovarê heya sala 1943'an ligel zaravayê Kurmancî bi zaravayên Soranî û Dimilî jî weşan kir.

Xwedîderketina gel dibistan vekirî hişt

Piştî têkoşînekî mezin û demdirêj înkara dewletêya li ser kurdî vala hat derxistin û li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê saziyên zimanê kurd û xebatên li ser ziman zêdebûn. Di encama van xebatan de astengiyên li pêşiya dersên kurdî yên bi qursê kurdî, dersên hilbijêr û dibistanên tabyet bê dayîn ji holê hatin rakirin. Ligel vê yêkê daxwaza perwerdehiya zimanê kurdî hêj nayê qebûlkirin. Li hemberî vê yêkê di sal a2014'an de li Amed, Gever û Cizîrê dibistanên perwerdehiya kurdî bidin hatin vekirin. Dibistan li ser daxwazên qeymeqamtiyan hatin mohrkirin û li hemberî vê yêkê gel xwedî li dibistanan derket û perwerdehiyê berdewam kir.

101 xwendekar 9 mehin perwerdehiyê dibînin

Ji dibistinan Dibistana Ferzad Kemanger a li Amedê hate vekirin bi 101 xwendekaran 9 mehin perwerdehiya kurdî dibînin. Li dibistanê 4 pol "perwerdehiya pêşî" û yêk jî "pola yekemîn" bi giştî ji 5 polan pêk tê. Di ketina dibistanê de dowîza "Hemû ziman pîroz in" heye. Di ketina dibistanan de jî navê polîsan "Pola Feqiyê Teyran/Baba Tahirê Uryan/Celadet Elî Bedirxan/Ehmedê Xanî/Melayê Cizîrî" hatine nivîsandin. Têkîlî û diyalogên zarokan ên di nava dibistanê de yên bi zimanê dayîkê heycana bi salan a perwerdehiya kurdî dide jiyîndin. Zengila dersan jî strana Hunermend Aram Tîgran a "Zimanê Kurdî" ye.

'Li dibistanê pergala komun heye'

Li dibistanê pergala perwerdehiyê li ser "parvekirinê" hatiye rûniştandin û di "Atolyeya Aslîka Qadîr" de qutiyên komunê balê dikêşin. Mamusteya Wêneyê Muzzez Fîlîz têkildarî şixulandina dersê de axivî û wiha got: "Li atolyeya me pergala komunê heye. Hemû meteryalên dersê hevpar tên bikaranîn. Mînak pênûsê boyaxkirinê yê tu kesî tuneye. Hemû xwendekar ji komunê digirin bikartînin û disa danîn wir. Ev yêk jî parvekirinê pêş dixe."

'Perwerdehiya zimanê zikmakî baweriyê pêk tîne'

Mamosteyê muzîkê Salîh Altindag jî diyar kir u li 6 beşan dersan didin û wiha got: "Li dibistanê pergalekî me ya meclîsê heye. 3 hevalên me di koordînasyona dibistanê de cih digirin. Dîsa meclîsa malbatan heye. Em biryar, xebat û bernameyên xwe bi riya meclîsa malbatan re ji malbatê re parve dikin." Altindag anî ziman ku dema dest bi perwerdehiyê kirin beşek xwendekaran kurdî nedizanî û wiha axivî: "Lê em niha berê xwe didinê hemû zarokên perwerdehi domandin bi kurdî diaxivin. Hemû xwe bi zimanê xwe îfade dikin. Bi taybet dema zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê dibînin bi xwe bawer in. Perwerdehiyê bêtir hîn dibin. Em li dibistanên dewletê bi zorê dersên tirkî girtin. Pêşketina zarokê kurd ê li vi dibistanê ji yê dibistana dewletê hêj leztir e."

'Ji kesê tirkî re diaxwive kurdî bersivê didin'

Altindag da zanîn ku zarokên perwerdehiya kurdî dibînin malbatên xwe jî guherendin û wiha pê de çû: "Dema em bi malbatan re diaxivin vê yêk ji me re dibêjin. Xwendekarên me li malê kesên tirkî bi wan re diaxivin bi kurdî bersivê didin. Dibistana me ligel perwerdehiya ziman di nava civakê de jî baldariyek pêk anî."

Ji bo sala bê heya niha 40 kesan serlêdan kir

Altindag bilêv kir ku pergela perwerdehiyê ya dewletê li ser hişmendiya "ez ezî" û "takekesî" hatiye danîn û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Pergale me li vir pêk anî zarok bi kolektîfî difirkirin. Her tiştî parve dikin. Li atolyeyên me de komun heye. Kurdî wan bêtir pêş dixe. Perwerdehiya ziman wan bêtir bi bawer û azad dike."

Altindag destnîşan kir ku serlêdanên perwerdehiya sala bên dest pê kirin û heya niha 40 kesan serlêdan kiriye.

(bd)