Li Forûma Sosyalîst a Stockholmê semînera 'Şoreşa Rojava'
Di Forûma Sosyalîst a Stockholmê ya îsal de, li ser Şoreşa Rojava, sîstema kantonan û cihê jinan di nava sîstema li Rojava, senîmerek hat lidarxistin
STOCKHOLM - MÛRAT KÛSEYRÎ Di Forûma Sosyalîst a Stockholmê ya îsal de, ku ji aliyê Tevgera Çep a Swêdê ve tê lidarxistin, li ser Şoreşa Rojava, sîstema kantonan û cihê jinan di nava sîstema li Rojava, senîmerek hat lidarxistin.
Di semînera bi serenavê "Cureyekî din ê şoreşê" de Nûnerê PYD'ê yê Swêdê Şiyar Alî, ji Komîteyên Rojava Sîmon Stromberg û Scapa Sevnsson, ji Navenda Çanda Kurd a Stockholmê Kurdê Kasirga weke qiseker amade bûn.
Nûnerê PYD'ê yê Swêdê Şiyar Alî, piştî ku parçebûna Kurdistanê di navbera salên 1512-1916'an vegot û bal kişand ser rewşa li Rojava.
Alî da zanîn ku 'Bihara Ereb' dîktatorên berê yên li Rojhilata Navîn hilweşandiye, lê belê, li şûna wan ne rêveberiyeke ku daxwazên gelan biparêzin, serdestiya hin tevgerên Îslamî aniye.
Alî da zanîn ku Sûriye ev 50 sal in ji aliyê dîktatorên dibêjin yek milet, yek welat, yek ziman ve bi kulma ji hesin hatiye birêvebirin û anî ziman ku piştî destpêkirina şerê navxweyî PYD'ê li dijî Esad û mûxalefetê rêya sêyemîn hilbijartiye, Kurd bi rêxistin kiriye û piştre ji jêrê ber bi jorê ve bi hilbijartinên demokratîk re kanton ava kiriye.
Ji Komîteyên Rojava Sînom Stromberg da xuyakirin ku li Rojava şoreşek pêk tê û ji ber ku gel bi xwe çarenûsa xwe diyar dikin, ji bo tevkariyê li têkoşîna şoreşgerî ya li Rojava bike ew jî tevlî Komîteyên Rojava bûye.
Stromberg diyar kir ku Komîteyên Rojava li ser mijara Konfederalîzma Demokratîk kûrsan lidar dixe û ragihand, ku bi vê sîstema li Rojava di meriyetê de ye, gel ji taxan destpê dike û biryarê bi xwe li ser xwe dide. Stromberg ragihand ku rêveber bi hilbijartinê dest bi kar dikin, lê belê gel xwedî wê erkê ye, ku eger pêwîtiyê pê bibîne dikare van ji wezîfeyê bigire. Stromberg got, "Demokrasiya yekser ev e. Ji ber vê yekê divê ev sîstem bê jiyîn û belav bibe."
Ji Navenda Çanda Demokratîk a Stockholmê Kurdê Kasirga, li ser rola jinan a di nava sîstema kantonên li Rojava de nirxand û destnîşan kir ku Konfederalîzma Demokratîk a sîstema Ocalan, nêrîna cihgirtina jinê bi awayekî aktîf di nava şoreşê de xistiye meriyetê. Kasirga ragihand ku ji ber vê yekê di sîstema li Rojava de li her astê sîstema hevserokatiyê heye û bi saya vê yekê jin ji her alî ve tên temsîlkirin.
Kasirga da zanîn ku biryarên li kantonan ji jêrê ber bi jorê ve tên wergirtin û bibîr xist, ku herî dawî di meha Cotmehê de qanûnên nû li dijî şîdeta li hemberî jinê hatine derxistin. Kasirga da xuyakirin, ku jin ne tenê di mekanîzmayên biryardayînê de cih digirin, her wiha li nava refên YPJ'ê xwe bi rêxistin dikin û di parastina kantonan û şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de rola pêşengiyê dilîzin. Kasirga diyar kir ku ev rewşa jinên Kurd ji bo hemû jinên li Rojhilata Navîn bûye mînak û bibîr xist, ku jinên Asûrî-Suryanî di vê çarçoveyê de hêzên xwe yên parastinê ava kirine.
Kurdê Kasirga der barê Bakurê Kurdistanê de ragihand ku hikûmeta AKP'ê piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji nû ve li polîtîkaya şer vegeriya ye û êrîşên li dijî gelê Kurd zêde kiriye. Kasirga bibîr xist ku Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, ji ber ku gotibû 'PKK ne rêxistineke terorîst e' der heqê wî de doz hatibû vekirin û duh li nava kolanan hat qetilirin.
Li ser vê yekê, hemû beşdarên semînerê rabûn ser piyan û ji bo bîranîna Elçî deqeyek rêz girtin.
Di çarçoveya forûmê de, di panela bi mijara "Tirkiye ber bi ku ve diçe" de rojnamevan Ekîm Çaglra, Hîndekarê Zanîngeh Stockholmê Paûl T Levîn û Ji Meclîsa Jinê ya Kurd a Amara Ayşe Goktepe, rewşa li Kurdistan û Tirkiyeyê ya piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê û polîtîkaya şer a AKP'ê nirxandin.
Piştî bidawîbûna forûmê, beşdaran bi armanca şermezarkirina polîtîkaya penaberiyê ya Yekîtiya Ewropa û Swêdê, meşek protestoyî lidar xistin.