1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Forûman ji bo Rojava seferberiya alîkariyê
Li Forûman ji bo Rojava seferberiya alîkariyê,li,forûman,ji,bo,rojava,seferberiya,alîkariyê

Li Forûman ji bo Rojava seferberiya alîkariyê

A+ A-

ZEYNEP KÛRAY - STENBOL ANF Kampanya alîkariya însanî ya bi navê "Li ber xwe bide Rojava" ya bi pêşengiya Parka Yogûrtçû destpê kir, li hemû forûmên li Stenbolê deng vedide. Yek ji berdevkên Maseya 'Li ber xwe bide Rojava' ya Parka Yogûrtçûyê Serhat Kûtlû, li dijî ambargoya girtina deriyê sînor a hikûmeta AKP'ê bang li herkesî kir ku destê xwe yê alîkariyê dirêjî Rojava bike.

Nerazîbûna li hemberî girtina deriyên sînor û piştgirîdayîna çeteyên Kurdan dikujin, mezin dibe. Roja 4'ê Tebaxê li Parka Yogûrtçû ya Kadikoyê bi navê "Li ber xwe bide Rojava" kampanya alîkariyê hat destpêkirin. Yek ji berdevkên Maseya 'Li ber xwe bide Rojava' ya Parka Yogûrtçûyê xwendekarê Zanîngehê Serhat Kûtlû ji ANF'ê re peyivî û diyar kir ku kampanya wan a bi 4 kesan destpê kir, li eleqeyeke mezin rast tê. Kûtlû da xuyakirin ku bi taybetî di cejnê de alîkarî hatiye dayîn û hejmara kesên li maseya alîkariyê dinêre, ji 3'yan ji nişka ve bû 30 kes. Kûtlû ragihand ku maseya alîkariyê her roj saet di navbera 16.00 heta 24.00 de vekiriye û ji xêrxwazan xwe bi taybetî alavên "hebên serêşê, antîbiyotîk, dermanê diyabetê, serûma îzotonîk, kevnikê pêçandina birînê, merhema şewat û birînê, xwarinê bebekan, kevnikê binê zarokan girê dide, xwarin û pedê jinan" were dayîn.

TIR A YEKEMÎN A ALÎKARIYA MIROVANE ROJA DUŞEMÊ DIKEVE RÊ

Kûtlû anî ziman ku Tir a yekemîn a alîkariyê wê di 12'ê Tebaxa sala 2013'an de bikeve rê û destnîşan kir ku ew li benda tevlêbûneşe girseyî ne. Kûtlû her weha diyar kir ku ji roja Duşemê û pê ve maseya 'Li ber xwe bide Rojava' wê li hemû forûmên li Stenbolê bê danîn.