1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Gabarê pevçûn: 4 leşkerên Tirk mirin
Li Gabarê pevçûn: 4 leşkerên Tirk mirin,li,gabarê,pevçûn,4,leşkerên,tirk,mirin

Li Gabarê pevçûn: 4 leşkerên Tirk mirin

Li çiyayê Gabarê di pevçûna navbera gêrîlayên HPG’ê û leşkerên artêşa Tirk de 4 leşkerên Tirk mirin

A+ A-

Hate ragihandin ku, li çiyayê Gabarê yê Şirnexê duh di pevçûna navbera gêrîlayên HPG’ê û leşkerên artêşa Tirk de 4 leşkerên Tirk mirine.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) daxuyaniyek da û û diyarkirin ku, duh di demjmêr 12.30’an de di navbera leşkerên artêşa Tirk yên li herêma Çiyayê Bizina yê girêdayê Gabarê operasyon dane destpêkirin û gêrîlayên HPG’ê de pevçûnê rû daye. Hate ragihandin ku, di pevçûnê de 4 leşkerên Tirk hatine kuştin, piştî ku artêşa tirk bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe rakirin herêm daye ber bombeyan.

Weke din jî HPG’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got, duh di navbera demjimêrên 10.11.00’an de helîkopterek ya Kobra ya Tirkan herêma Şehîd Mazlûm ya ser sînorê Geliyê Feqîrê yê ser navçeya Çelê ya Colemêrgê bombebaran kiriye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, ji ber gêrîlayan helîkopter gulebaran kiriye nekariye sînor derbaz b ike û paşde vegeriyaye.

Di dawiya daxuyaniyê de jî hate aşkera kirin ku, artêşa Tirk di 6’ê adarê de li gundê Bilika û derdora wê yê ser bi Cûdî ve operasyonekî bi şêweyî kemîn danînê destpêkirine.