1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li gel astengiyan ber bi qada Newrozê ve
Li gel astengiyan ber bi qada Newrozê ve,li,gel,astengiyan,ber,bi,qada,newrozê,ve

Li gel astengiyan ber bi qada Newrozê ve

Amedî li gel astengiyan ber bi qada Newrozê ve diherikin

A+ A-

Li gel qedexeya Wezîrê Karên Hundir a Newrozê û barîkatên polîsan, jî dîsa ji serê sibê de bi 10 hezaran welati li tax û kolanan kom bûn û bi cil û bergên xwe yên rengîn û alên kesk, sor û zer ber, ber bi Qada Newrozê ve diherikin. Bi 10 hezaran welatiyên li kolan û taxan bûn, li gel hin astengiyên polîsan dîsa ber bi qada Newrozê ve diherikin.

Pîrozbahiya Newroza Amedê ligel astengî û qedexeyan serê sibê zû dest pê kir. Li gel ku Wezîrê Karên Hundir giştîname ji hemû bajaran re şand û ferman da walî û midûriyeta polisan, bi 10 hezaran welatiyên ku li gelek tax û navçeyên cuda kom bûn, bi reng û pankartên xwe ber bi qada Newrozê ve diherikin. Bi 10 hezaran welatiyên ku serê sibê xwe li malên xwe bi cil û bergên xwe û regnên kesk, sor û zer xemilandin, derketin kolanan û kom bi kom, ref bi ref ber bi qada Newrozê ve dest mi meşêkirin. Li Amedê ku rojek geş heye û li navçeyên Rezan, Peyas, Sûr û Yenîşehîrê bi hezaran welatiyên ku lihev kom bûn, bi pankartên "Newroz pîroz be" vekirin û ber bi qadê ve diherikin. Ji 7 salî heta 70 salî welatiyên ku li hev kom bûn, bi cilên xwe yên rengîn kolan zindi kirin û xemilandin. Welatiyên ku li taxan otobus, traktor, kamyon, texsî, bîsikletan suyar bû dest bi meşê kirin. Li semta Ofisê û hemû semtên din esnaf neçûn ser kar û dikanên xwe veneirin. Hemû welatiyên ku dikanên xwe venekirin ber bi Qada Newrozê ve dimeşin.

Bi 10 hezaran dimeşin qada Newrozê

Girseya ki li hev kom bû, alên PKK, KCK'ê û Posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vekirin dimeşin. Girsê di meşê de pankartên "Newroza te pîroz be ey Serok Apo", "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" vekirin û dimeşin.

Li qada Newrozê barîkat

Li dervê bajar jî polîsan rê li trafîkê girt û barîkat danîn. Polîsan bi panzêr û maşîneyên zirxî barîkat li ser rêyên ku diçin qada Newrozê danîn û tedbîr girtin. Li gel barîkatên polîsan girsê bê navber dirûşmeyên "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz zirin. Di meşa bi hezaran kesan de li hin cihan di navbera girsê û polîsan de alozî derdikeve. Girseya ku li ber avahiya BDP'ê ya Peyasê kom bû, rastî mudaxaleya polisan hat, lê girsê dîsa dest bi meşê kir.

Li navçeyan ber bi navenda Amedê ve di herike

Li navçeyên Farqîn, Bîsmîl, Erxanî, Çinar, Lîce û Pîranê bi deh hezaran welatî giştin navenda Amedê. Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê bi hezaran welatî bi riya trenê hatin Amedê. Bi hezaran welatina bi çilên galerî saet di 06.30'an li îstasyona Trenê ya Bîsmîlê govend girtin û li bende trena Newrozê sekinîn. Dema ku trena Newrozê gihişte Bîsmîlê welatiyan bi slogana "Bijî Serok Apo" û çekipan pêşwazîkirin. Welatiyê bi trena Newrozê bi rê ketin trena bi rengên kesk, sor û zer xemilandin. 20 wesayîtên li navçeyê jî bi rê ketin ji 4 minîbûsan re ji her yekê re 2 hezar û 800 TL. cezayê pere hate birîn. Wesayîtên ji wesayîtan hatin xarê dest bi meşê kirin. Gelê Bîsmîlê li gel hemû astengiyan ber bi Kolana Batmanê ve dest bi meşê kirin.

Li navçeya Farqînê ya Amedê jî welatî li Kolana Diyarbakirê hatin cem hev û pişt re ber bi Amedê ve bi rê ketin. Gelê Farqînê bi 150 wesayîtan bi rê ketin.

Li navçeyên Pîran, Lîce, Çinar, Çêrmîk û Hezroyê jî bi hezaran welatî ber bi rê ketin.

(NÛÇE, DÎMEN Û WÊNE: Nesrîn Orak, Şermîn Soydan, Îsmet Mîkaîlogullari, Metîn Înan, Sertaç Kayar, Mahsun Saglik, Nagîhan Akarsel, Denîz Vesîle Tufan, Îshak Dursun, Dîcle Muftuoglu, Selamî Denîzhan, Metîn Dag, Yilmaz Hatman)

(bd/mae)