1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li gel astengiyên jî!..
Li gel astengiyên jî!..,li,gel,astengiyên,jî

Li gel astengiyên jî!..

Li gel astengiyên polîsan bi hezaran tev li merasima cenazeyên HPG'iyan bûn

A+ A-

Li gel astengiyên polîsan bi hezaran welatî tev li merasima cenazeyên endamên HPG'ê bûn. Bi hezaran kes li mer Mizgefta Bayramoglu kom bûn û heta goristana Yenîkoyê meşiyan.

Cenazeyên Endamên HPG'ê Hakan Ceylan (Dijwar Amed) û Hîcran Gersiyor (Axîn Viyan) ên ku di 22'yê mijdarê de li navçeya Dara Henê ya Çewlîkê jiyana xwe ji dest dan 2 rojin polîs destûrê nadin bên definkirin. Ji bo cenazeyên endamên HPG'ê meşek girseyî hate lidarxistin. Berî meşê polîsan Amed dorpêç kir. Merasîma cenazeyan a ku dê li Goristana Yenîkoyê pêk hatiba ji aliyê polîsan ve bi hinceta îxbara "propagandeya rêxistinê" û "provokasyonê" hate astenkirin û merasîm pêk nehatibû. Cenazeyên HPG'iyan 2 rojin li morga Goristana Yenîkoyê tên tefinkirin. Îro bi armanca şermezarkirina helwestan polîsan bi hezaran kes li Mizgefta Bayramoglu kom bûn û heta Goristan Yenîkoyê dimeşin.

Li qada meşê polîsan tedbîrên gelek berfireh girtin. Li ber Mizgefta Bayramoglu TOMA, wesayîtên zirxî, hêzên çewîk û gelek polîsên sivîl lê hatin bicihkirin. Ji bajarên derdorê re gelek polîs ji bo alîkariyê sewqî Amedê hatin kirin û li gelek nokteyên bajar hatin bicihkirin. Lê li gel hemû astengiyan bi hezaran welatiyên li mizgeftê kom bûn heta Goristana Yenîkoyê meşa xwe didomînin.

(mae)


Bêjeyên Miftehî