Li gel delîlan jî kujer nayêne girtin
Li gundê Kêrsê girêdayî navçeya Xelata Bedlîsê di 1993'an de 4 gundî ji hêla komeke kesên nasnameya wan nediyar ve hatin revandin û li cem Gola Nazîkê hatibûn qetilkirin. Ligel delîlan û hemû serlêdanên malbatê, kiryar hêj neatine dîtin.
Li gundê Kêrsê yê navçeya Xelata Bedlîsê 4 gundî di sala 1993'an de ji hêla kesên nasnameyan wan nediyar ve hatibûn kuştin. Di 27'ê sermawaze 1993'an de gundiyên bi navê Îhsan Karababa, Behçet Oruç, Kasim Oruç û Bedrettin Karatay, ji hêla kontgerîlayên ku cilê PKK'yî li xwe kirine ji malê hatin wergirtin û li kêla Gola Nazîk hatin kuştin.
Çend kesên ku xwe wekî PKK'i dan nasandin seatên derengiya şevê hatin ber deriyê Îhsan Karababa û ji wî re gotibûn di riyê de hevalê wan ê birîndar hene, bi traktoran hatine û ji ber berfê riya wan hatiye girtin û ji gundiyan alîkarî xwest. Endamên kontgerîla li gorî di lîsteya destê wan de ji Îhsan Karababa xwest ku bang çend kesên din bike. Ji gundiyan re got ku Rûken û Ferhatê ku tevlî PKK'ê bûyîn li kêleka Gola Nazik li hêviya wan e. Li ser vê yekê Karababa çû mala Îbrahîm Oruç û ji wî alîkarî xwest. Lê Îbrahîm Oruç bawerî nedan van kesen û xwest ku kurê wî Kasim jî bi wî re biçe. Piştî van nîqaşan Kasım Oruç, Bedretîn Karatay, Behçet Oruç û Îhsan Karababa bi çar kesên nasnameya wan nediyar re çûn kêla Gola Nazik û li wir hatin kuştin.
Gundê ku xwestibû bibe cerdevan hatibû valakirin
Beriya bûyerê çen hefteyan Fermandarê Ewlehiya Bajêr ê Bedlîsê ku navê wî di gelek buyerên kiryar nediyar derbas dibe Fermandarê 6'emîn Tugaya Zirhli yê Tetwanê Korkmaz Tagma hatibû Xelatê û tê îdiakirin ku gundî li qadê kom kiribû. Gundiyê ku naxwaze navê xwe bide wiha got, Ahlat’a geldiği ve bütün köylüleri "Wê demê Korkmaz Tagma ji gundiyan xwest ku bibin cerdevan. Ji gundiyan re got 'yan hûn dê bi me re bin an jî bi aliyê din re. Heger ku hûn bi aliyê din re bin berdela vê dê giran be' û gef li wan xwar. Ji xwe gundê Kêrsê jî nebû cerdevan. Piştî kuştina Parêzer Şevket Epozdemîr ev kuştine çêbûn." Di heman dîrokê de gundê Kêrsê ku cerdevanî qebul nekiribû ji hêla leşkeran ve hate valakirin.
Beriya ku 4 gundî nehatibûn kuştin li gund çiqewimî bû
Gundiyan balkişan ser wan rojan û bi bîrxist ku beriya ku 4 gundiyan bikujin tîmên taybet li derdora gundiyan geriyan. Hevsera Îhsan Karababa Yeter Karababa da zanîn ku kesên hatin bi hinceta diranên wan diêşin rûyê xwe girtibûn piştî wê demê wê derî li wan vekiriye. Yeter Karababa wiha domand: "Li deriyê me xistin û me jî ji ber tirsê derî vekir. Hewa sar bû û ceryan tune bû. Me soba vêxist û çay dan wan. Ji Îhsan re gotibûn 'em PKK'ine bi traktoran ji Xelatê hatine û hevalê wan birîndare. Ji gundiyan alîkarî xwest. Rûyê yekê girtîbû û ne diaivî. Hevalên wan digotin ji ber ku diranê wî diêşe loma wî rûye xwe girtine. Piştre lîsteyek navan derxistin û navê çend kesan xwend, ji Îhsan jî xwest ku bang van kesan bike. Get kesên ku hatibûn qetilkirin di lîsteyê de tune bûn. Hatina gundiyên din bi tesadufî bûn. Piştre ew 4 kes bi hevser û gundiyên bi wî re ji bo ku traktorê derbîxinin ji gund derketin."
Jin biraya Îhsan Karababa Perişan Karababa jî roja bûyerê wiha bi lêv kir: "Min di pacê de wan dinêrt. Behçet, Bedrettîn, Kasim bi wan 4 kesan re bûn. Îhsan jî ji wan dûr ket çû govê. Beriya çend deqiyan Îhsan li govê derket û gihişt wan. Çend deqiqê der bas nebûn dengê guleyan hat. Heta wê demê min di paceyê de dinêrt."
PKK'î li kêleka Qerekolê derbas bû!
Birayê Îhsan Karababa Mehmet Siddik Karababa jî da zanîn ku ew piştî bûyerê der bazî qerekolê bûye û bi fermandarê alaya Bedlîsê re axiviye û wiha domand: "Serê sibê ez agahdar bûn. Ji gundiyên me re gotibûn traktor ji Norşênê anîn e. Ez sibê ketim rê li min li riya dinêrt tiştekî wisa tune bû. Tu dewsa wesayîta tune bu. Berf barî bû. Yek dewsa wesayîtekê hebû ew jî ku Xelatê hatibû û li cema qerekolê derbazî gundê me bûbû. Ez çûm qerekolê min agahdar kirin bi Fermandarê Alaya Bedlîsê re axivîm. Ji min re got we neyariya kê heye. Min jê re got neyari me bi tu kesî re tune ye wesayîta ku li Xelatê hatî wan kiriye" Karababa da zanîn ku piştî 5 rojan ji bo îfade bide Dozgeriyê ew bi hevsera Îhsan re çûye û ji bo wî ji dozger re gotibû bûyer dewletê kiriye 2 sal ceza dane wî. Karababa, wiha domand, "Dema ku ez derketim cem dozgerî min ji wî re got çima kiryar nayê girtin û dîtin. Dema ku em li cem qerekolê derbas dikin li me digerin lê seat 12:00 şevê bi nîv otobusê 20 kes hatine. Otobus derneketiye piştre traktor xwestine. Çima li otobusê negerandine haya qerekolê çima nabe. Li ser vê yekê dozger ji min re got, 'Tu dewletê guhenbaran diki? ' Min jî jê re got qerekol van kesan nas dike. Dozger bang polîsan kir û ez girtim, 2 sal ceza dan min. Piştre fermandarekî leşkerî ji min re got 'dê te bikujin ji wan dera here' "
'Heger ku PKK'iyan kuştibe nasname çawa gihiştine destê qerekolê'
Yek ji şahidê bûyerê Vedat Oruç ku niha Serokê BDP'ê yê Xelatê ye bûyer wiha vegot: "Kuştina van mirovan anibûn 27'ê sermawezê. Mi dizanî li wir kuştine lê me nikarî biçin cihê bûyerê. Çimkî yên çûban dê bihatiban kuştin. Serê sibe em çûn cihê bûyerê. Min li nasnameyên wan dinêrt nasnameyên wan winda bûbû. Çi di berokên wan hebû hemû tişt girtibûn. Çimkî çend cihên din bûyerên wiha hatibûn jiyîn û berokên wan valakiribûn. Piştî 15 rojan senedên kasim û nasnameyên hatine kuştin ji hêla qerekolê ve dan malbatên wan. Heger ku PKK'iyan kuştibin nasname çawa gihiştine qerekolê. Ewilê em çûn ser cenazeyan piştre leşker hatibûn. Dewsa wesayîtê ber bi Pirxusa ku qerekolê heyî diçû. Me dews şopandibû dews li cem qerekolê derbas bûbû."
Birayê Bedrettin Karatay Latîf Karatay jî wiha got: "Dema ku me doz vekir Waliyê Bedlîsê hat û 15 hezar TL pêşniyarî me kir ku em dev ji dozê berdin. Dosyayên Kasim û Behçet li DMME'yê ne. Em li benda wê dosyayê ne." Parêzerê Kasım Oruç û Behçet Oruç Aydin Oruç jî da zanîn ku dema vegera gundan dest pê kir doz ji hêla DMME'yê ve hate redkirin. Oruç, bi bîrxist beriya 3 salan wan careke din serî li DMME'yê dane û ew li benda encamê ne."
DÎHA (ay/mae)