1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li gelek navçeyên Dihukê yekineyên parastina xwe avakirin
Li gelek navçeyên Dihukê yekineyên parastina xwe avakirin,li,gelek,navçeyên,dihukê,yekineyên,parastina,xwe,avakirin

Li gelek navçeyên Dihukê yekineyên parastina xwe avakirin

A+ A-

DIHOK- ANHA Piştî ku Başîqa û Baezan kete di bin qontirola çeteyên DAIŞ'ê de û metirsiya êrîşên çeteyan li ser navçeyên weke Xankê, Baedra, Êsya û Şêxanê zêdetir bûn, welatiyan van deran ji bo xwe biparêzin, Yekineyên Parastinê avakirin.

Welatiyên li navçeyên Şêxan, Xankê û gundên wê Êsya, Şarya, Baedre ên bi ser Dihokê, ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yekîneyên xwe parastinê avakirin. Her yekîne ji 40-50 kesan pêk tê. Welatiyê bi navê Reşwan Reşwan ku ew jî parastina gundê xwe dike, wiha got: "Em hemî xortên gund ji bo parastina gundên xwe û hemî navçeyên xwe amedene ku canê xwe bidin û em nahêlin tu kes destê xwe dirêjî axa me a piroz bike”.

Welatiyê bi navê Ednan Mehmud jî bang li welatiyên ji gund reviyane kir û wiha axivî: "Em hêvî dikin ku her kesê gund û navçeyên xwe bicîh hîştine vegerin, cih û warên xwe biparêzin. Ji ber ku axa me namusa meye. Pêwîste ji hemû destdirêjiyan vê derê biparêzin"

Li gel van geşedanan, şêniyên navçeya Xankê jî bi meşeke xemsariya Hikûmeta Herema Kurdistanê ya li hemberî penaberên Şengalê şermezar kirin. Di meşê de dirûşmên, "Bijî YPG, bijî HPG" "Bijî Serok Apo" dil soziya xwe û piştgiriyên xwe ya bi hêzên YPG, HPG, YJA-STAR ku berxwedaniyek mezin li Şengal didin meşandin re berz kirin. Şêniyan gotin ku hêza xwedî li xelkê Şengalê derketiye hêza YPG’ê ye.

Dîsa piştî ku bi hezaran penaberên Şengalê ji aliye YPG’ê ve hatin rizgarkirin û ji Deriyê Pêşxabûr derbas bûn gihiştin Zaxo, Dihok, Sêmêlka, Şêxan.

Navçeyên Xankê û Laleşê, niha ji ber xemsariya hukumeta herêmê a li beranberî wan bi zehmetiyên mezin re rû birû dimînin û pêdiviyên wan ên xwarin, av, tendûrûstî û gelek tiştên din nikarin pêk werin. Ji ber cihê lê bimînin tûneye li nava kolanan dimînin. Heta niha hate ragîhandin ku tenê ev çend rojin nêzî 500 hezar penaber rû li van navçeyan kirine.