1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Germiyan semînera ‘Qirkirina Çanda Kurdî’
Li Germiyan semînera ‘Qirkirina Çanda Kurdî’,li,germiyan,semînera,qirkirina,çanda,kurdî

Li Germiyan semînera ‘Qirkirina Çanda Kurdî’

A+ A-

09:29 22.06.2013 1 / 3 GERMIYAN (DÎHA) - Dûh li Herêma Germîyan semînerek li ser mijara ‘Qirkirina Çandê’ ji aliyê Kovara Hawdem û Rêxistina Jiyaneweya Gencan hate li darxistin. Semîner ji aliyê Endamê Rêxistina Jiyanewaya Gencan Karzan Mihemed ve hate pêşkeşkirin.

Li Navçeya Kelarê ya girêdayî Herêma Germiyan ji aliyê Kovara Hawdem û Rêkxistina Jiyaneweya Gencan (Ciwanan) semînerek li ser mijara ‘Qirkirina Çanda Kurdî’ hate lidarxistin. Semîner ji aliyê Endamê Rêxistina Jiyaneweya Gencan Karzan Mihemed li Salona Çandê ya navçeya Kelarê hate pêşkeşkirin. Piştî rêzgirtinê têkildarî qirkirina çandî û şêwazê xebata çapemenî bi taybet kanalên televîzyonan nivîsa kû hatî amedekirin ji aliyê Kosar Mihemed ve hate xwendin. Di naveroka nivîsê de wiha hate gotin: “Çanda Kurdî bi hezaran salane ji dergoşa mirovahiyê re malovanî kiriye û her netew û şaristaniyên kû li Rojhilata Navîn û Cihanê rabû ji xwe re çanda gelê Kurd kû weke çanda aryen tê naskirin girtiye. Lê mixabin bi pêşketina sîstema kampîtalîst modernîte û bi wê re pêşketina teknolojiyê bixwe riyên qirkirina çandê anîn. Di roja me ya îro de bernameyên televîzyonan, rêzefîlm û fîlmên kû propagandaya jiyana sermayedar dikin bandorek nerênî û xirap li ser tak, xêzan, civak û bitaybet bi riya van li ser çanda Kurdî kiriye. Herwisa hemû kanalên televizyon, û çapemeniya nivîskî û elektronî yên Kurdî li şûna kû ji çand, dîrok, rastiya civak û welatê xwe re xizmet bikin bûne xizmetkarên sîstema kapîtalîst û çîna sermayedar . Karê bazirganî û pêşbirka qezençkirina pereyan dikin. Kanalên televîzyonan bi riya fîlmên biyanî dibin sedemê qetilkirina û qirkirina çanda Kurdî herwisa weke van gelek sedemên din jî hene dihêle kû civaka Kurd ji çanda xwe ya xwezayî dûrbikeve.”

Di nava axaftina xwe de Mihemed balkêşan ser dibistanê Fethullah Gulen yên li Herêma Kurdistanê û da zanîn kû Gulen bi riya olî li dibistanên xwe de çanda faşîsma Tirk û îslama kesk dide belav kirin. mihemed got minaka vê ya herî berçav jî ewe kû kesên li dibistanê Gulen dixwînîn dibê hemû bala xwe bidin ser çand û zimanê Tirkî, di nava hev de ji dervey zimanê Tirki axaftin hemû ziman qedexene.

Mihemed di dawiya axaftina xwe de bang li aliyên têkildar û bitaybet bang li Wezareta Çandê ya Herêma Kurdistanê û mamostayên ayînê yên Kurd kir kû jibo zîndîkirina çanda Kurdî dest bidin hev û pêşiyê li riyên qirkirina çanda Kurdî bigrin.

Semîner bi nîqaşa û pirsên beşdarvanan bidawî bû.

(dr/wd/bd)