Li Germiyan şeva wêjeya resen
HOŞMEND KURDÎ/GERMIYAN / ROJNEWS
Ji bo danasîna çand û hunera kurdî bi ciwanan li bajarokê Kelarê weşanxaneya Milet şeva wêjeya resen lidarxist.
Weşanxaneya Milet li bajarê Kelar ê girêdayî rêveberiya Germiyan ji bo ciwan çanda xwe nas bikin û ji bandorên înternet û teknolojiyê dûr bikevin, şeva wêjeya resen lidarxist. Şev li çayxaneya Milet hat organîzekirin.
Şevê din li Kelarê hêjmarek ji helbestvanên herêma Germiyan li weşanxaneya Milet kom bûn û helbest xwendin. Berpirsê weşanxaneya Milet, Aram Mela Nûrî derbarê şeva wêjeyê de ji RojNews re axivî û dazanîn ku wan ji bo girîngî bidin çand û hunera kurdî ev şev lidaxistine û got: “Me biryar daye her 15 roj carekê şevên bi vî rengî lidar bixin.”
Aram Mela Nûrî balkişand ser wê yekê ku gelek ciwan beşdarî wê şevê bûne û berhemên xwe pêşkêş kirine. Mele Nûrî diyar kir ku qeymiqamê Kelarê Şehab Ehmed û rêveberê şaredariya Germiyan Seyîd Cewad jî beşdarî şeva wan bûne.
Berpirsê weşanxaneya Milet herwiha li ser armanca van şevan jî destnîşan kir ku ew dixwazin bi vî awayî ciwanan bi çand û wêjeya kurdî re aşna bikin, ji bo ciwan ji bandorên neyênî yên teknolojiyê dûr bikevin. (şf/rn)