1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Li Gever û Amedê pêla binçavkirinan
Li Gever û Amedê pêla binçavkirinan,li,gever,û,amedê,pêla,binçavkirinan

Li Gever û Amedê pêla binçavkirinan

A+ A-

COLEMÊRG /AMED - Li Geverê piştî ku Serokê Rêxistina BDP'ê ya Geverê Hushu Bulgan û rêveberên BDP'ê jî di nav de 20 kes hatin binçavkirin heyeteke BDP'ê ji bo hevdîtinê çû qaymeqamtiyê. Di nava kesên ku hatin binçavkirin de xebatkarên Navenda Giştî ya BDP'ê Gulhan Koyuncu û Emre Başaran jî hene. Li Amedê jî endama Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê Nezahat Teke hate binçavkirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di serdagirtinên malan ên ku bi şev dest pê kir û heta sibehê berdewam kir de nêzî 20 kes hatin binçavkirin. Piştî binçavkirinan heyeteke BDP'ê ji bo bi qeymaqam Uzeyîr Azîz Ozeren re hevdîtinê pêk bine çûn qaymeqamtiyê. Heyeta ku ji Cîgirê Şaredarê Geverê Erdal Aydin, Şaredarê Bajêrgehê Hurşît Altekîn, li ser navê baroyê porêzer Ergun Canan, Serokê Meclîsa Giştî ya Bajar Ferzende Yilmaz, keyayê taxa Ormanê Hasan Bor pêk tê piştî hevdîtinê agahî dan çapemeniyê. Li ser navê heyetê Şaredar Hurşit Altekîn got ku ji bo fikarên ji ber operasyonê wan hevditin pêk anîne.

Altekîn diyar kir ku qameqam Ozeren gotiye ku serdegirtinên malan û binçavkirin bi talîmata Dozgeriya Komarê ya Wanê hatiye kirin û wiha axivî: "Me di hevdîtinê de fikarên xwe yêr der barê operasyonan de anî ziman. Qaymeqam Ozeren der barê operasyonan de agahiyên berfireh neda û got ku dê saetên pêş dê dikarin agahiyên berfireh bidin." Altekîn da zanîn ku ew bi daxuyaniyeke dê nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Altekîn wiha berdewam kir: "Bi bûyerên mi navçeyê ve helwesta polîsan jî pir tund bûye. Ev yek di operasyonên duh şevê de jî derket holêb Me fikarên xwe bi qaymaqam re parve kir." Altekîn herî dawî got ku operasyon didomin û kesên ku hatine binçavkirin jî birine Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê.

Hate zanîn ku di nava kesên hatine binçavkirin de xebatkarên Navenda Giştî ya BDP'ê Gulhan Koyuncu û Emre Başaran jî hene. Şêniyên navçeyê jî ji bo piştgiriyê diçin Rêxistina BDP'ê ya Gevere.

LI AMEDÊ DAYÎKA AŞTIYÊ HATE BINÇAVKIRIN

Endama Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Amedê Nezehat Teke dema ku diçû serdana birayê xwe yê li Gîrtîgeha Tîpa D a Amedê hate binçavkirin. Sedama binçavkirina Teke nehat zanin. Teke birin Mirûriyeta Polîsan a Amedê.

ANF NEWS AGENCY