Li Gever û Kopê dikan nehatin vekirin
COLEMÊRG/MÛŞ (DÎHA) - Esnafên navçeya Gever a Colemêrgê û navçeya Kopê ya Mûşê bi armanca şermezarkirina qetilkirina Rojhat Ozdel ê li Geverê ji aliyê polîsan ve pêk hat dikanên xwe venekirin.
Esnafên navçeya Geverê ya Colemêrgê ji bo Rojhat Ozdel (18) ê ku duh êvar ji aliyê tîmên taybet ve li taxa Esentepe înfaz kirin dikanên xwe venekirin. Li navçeyê ji bilî firin û dermanfiroşan hemû kargeh girtîne û li navçeyê bêdengî heye.
5 ciwan hatin binçavkirin
Di çalakiyên salvegera qetilkirina M. Reşît Îşbîlîr, Veysel Îşbîlîr û Bemal Tokçu de 5 ciwanên bi navê Jehat Keskîn, Erkan Çoruh, Dogan Akin, Tarik Tîre û Mîraz Koyu hatin binçavkirin.
Li Kopê jî esnafan dikan venekirin
Li navçeya Kopê ya Mûşê jî esnafan ji bo Şervana YPJ'ê Leyla Bîngol (Zîlan Baran) û Rojhat Ozdel ê li Geverê polîsan înfaz kir dikanên xwe venekirin. Li navçeyê hemû dikan girtîne û welatî li ber avahiya DBP'ê dest bi kombûnê dikin. Li navçeyê tedbîrên awarete hatine girtin. Seatên pêş de girse dê konê sersaxiyê yê ji bo Şervana YPJ'ê Bîngol li taxa Kulturê hatî vekirin bi girseyî ziyaret bikin.
(bd)