1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Geverê avakirina meclîsên tax didome
Li Geverê avakirina meclîsên tax didome,li,geverê,avakirina,meclîsên,tax,didome

Li Geverê avakirina meclîsên tax didome

A+ A-

COLEMÊRG (DÎHA) - Li Geverê her roj li taxekî avakirina meclîsekî tax pê ktê û 10'emîn meclîsa tax li Taxa Ormanê bi girseyî hate avakirin.

Li navçeyê Geverê ya Colmergê meclîsa taxa ya 10'emîn hate avakirin. Meclîsa li taxa Orman hate avakirin civîna xwe ya yêkemîn bi tevlîbûna Hevşaredara Geverê Ruken Yetîşkîn û Berdevkê Meclîsa Bajar Mehmet Çapraz li dar xist. Civîna meclîsê li Mala Gel a ku li taxa Ormanê hate çêkirin pêk hat. Piştî rêzgirtinê endama dîwanê Hevşaredara Geverê Ruken Yetîşkîn axivî û diyar kir ku bi meclîsên taxan dê xizmetên şaredariyê bêtir bi lez bên meşandin.

Yetîşkîn, anî ziman ku xweseriya demokratîk li Colemêrg û Şirnexê dê bikeve jiyanê û ev her du herêmê weke herêmên pîlot hatin hilbijartin û wiha got: "Ji ber vê yekê divê em li vir xîmê xweseriya demokratîk bavêjin. Me hemû meclîsên xwe yên tax avakirine. Em dê niha û şunda meclîsa bajar pêk bînin. Bi vê yekê ve girêdayî em dê meclîsa ciwanan ava bikin. Li Rojava 3 konton hatin avakirin. Heke binesaziya wan tuneba ew kanton nedihatin avakirin. Dê bedelê vê yekê hebe. Lê ji bo azadiya gelan divê bedel bên dayîn. Ji ber ku em dizanin ev pêvajo hêsan nabe. Em dizanin ku dê ji vê yekê re bedel jî bê dayîn."

Piştî axaftinê hilbijartin pêk hat. Rêveberiya tax ji 7 kesan pêk hat û hevserokên wê hatin diyarkirin. Ligel rêveberiyê heyeta kesên pîr jî hate diyarkirin.

(bd)