Li Geverê bûyer destpê kirin
Li navça Gevera Colemêrgê piştî ku polîsan destûr neda girse çalakiya şermezarkirina 15'ê Sibatê lidar bixe û êrîşî girsê kirin di navbera girse û polîsan de pevçûn derket.
Li navça Gevera Colemêrgê polîsan çalakiya şermezarkirina 15'ê sibatê asteng kirin û êrîşî girsê kirin. Girse jî li ser vê yekê li taxa Kurukoy û Ormanê rê li trafîkê re girtin. Ciwanên ku barîqat danîn ser cadê dirûşmeyên dilsoziya xwe bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re vedibêjin qêriyan û dest bi meşê kirin. Polîsan li vê derê jî bi bombeyên xazê û ava şid êrîşî girsê kir. Girsê jî xwe bi kevir û gokên berfê parastin. Pevçûnên ku destpêkirine belavî gelek kolanên her du taxan bûn. Bi sedan kesên li taxên din lihev civiyan jî dest bi meşê kirin. Li navçê rageşî didome. DÎHA (ak)