Li Geverê deriyên dikanan ji bo Bêmal Tokçu nehatin vekirin
10:48 12.12.2013 1 / 9 COLEMÊRİG (DÎHA) - Ji ber merasîma cenazeyê Bêmal Tokçu yê bi guleya polîsan bi giranî hatibû birîndarkirin û paşê jî jiyana xwe ji destdayî li navçeyê ji derveyî firin û dermanfiroşan deriyê hemû dikanan girtiye.
Li navçeya Gever ya Colemêrgê di 7'ê kanûnê de, di merasîma cenazeyên Mehmed Reşîd Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr de Bêmal Tokçu bi guleya polîsan bi giranî birîndar bûbû. Dema ku li nexweşxaneya Yuzuncu Yilê ya Wanê di hat ragirtin du serê sibê jiyana xwe ji dest da. Li navçeyê di merasîma cenaze de ji derveyî firin û dermanfiroşan esnafan deriyê dikanên xwe venekirin. Li aliyê dinê ji ber pir barîna berfê nekarîn li ziyaretê Bejgirge bispêrin axê, ji ber wê jî li nêzî mizgeftê li mezarê taxa Daristanê sipartin axê. Cerdin ji ber pir barîna berfê ji bajar navçe û gundan yên ku di xwestin tevlî merasîma cenaze bi bin nekarîn bên navçeyê.
Li aliyê dinê beriya merasîma cenaze polîsan herder gitibûn. Ji Wan û Colemêrgê sê otabusên polîsan û gelek wesayîtên zirxî anîbûn navçeyê. Di saetên serê sibê de li navçeyê gelek wesayîtên zirxî û tîmên taybet li ser caseyan de geriyan.
(zt/mae)