1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Geverê ji bo perwerdeya kurdî gava yekem
Li Geverê ji bo perwerdeya kurdî gava yekem,li,geverê,ji,bo,perwerdeya,û,hînbûna,kurdî,gava,yekem

Li Geverê ji bo perwerdeya kurdî gava yekem

A+ A-

SAMÎ YILMAZ

COLEMÊRG (DÎHA) – Li Gever a ku bi daxwaza perwerdeya zimanê dayikê û protestoya dibistanan tê rojevê li qadeke 350 metrekare de dibistaneke kurdî ya ji 5 qat û heta pola 5’emîn tê vekirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê Şaxa KURDÎ-DER’ê dibistaneke perwerdeya kurdî bide tê vedike. Li navçeya ku gelek caran ji bo daxwaza perwerdeya zimanê dayikê protestokirina dibistanan tê rojevê li taya Gungorê li qadeke 350 metrekareyê dibistaneke ji 5 qatan û heta pola 5’emîn tê vekirin. Ji bo dibistanê heta niha qeydên 100 zarokan hate çêkirin. Li dibistanê dê beşên pol, rehabîlîtasyon, kreş, xwaringeh, qada lîstikê û beşa îdareyê hebe û dersên wekî fîzîk, wêje, biyolojî, kîmye, cografya, dîrok bi kurdî bên dayîn. Kesên ku ji KURDÎ-DER’a Geverê mezûn bûnê dê li dibistanê ders bidin û ji Rojava, Başûr û Amedê jî mamoste bên.

‘Em ji bo zarokên xwe dibistanên azad vekin’

Serokê KURDÎ-DER a Geverê Denîz Bulbun diyar kir ku gelê kurd bi salan in rastî qirkirina çandî tê û ji ber vê yekê jî bal kişand li ser girîngiya vê dibistanê. Bulbun got ku bi dibistanên azad ên ku bi kurdî ders bidin ve zarok dê rastiya xwe hîn bibin û wiha berdewam kir: “Ji bo vê yekê 2 herêm hatin diyarkirin, yek ji van Gever e. Gelê kurd di dîrokê de rastî polîtîkayên asîmilasyonê hatiye û rastî qirkirina çandî hatiye. Êdî zarokên me dê li dibistanên azad rastiya xwe hîn bibin. Her çiqas dewlet dibêje kurdî serbest e û ji bo xwe dike amûra polîtîkayê jî hê j îli girtîgehan bi dehan siyasetmedarên me yên ku tehamul nakin ew parastina bi kurdî bikin hene.”

Bulbun da zanîn ku ev dibistanên ku dê bên vekirin li gorî sîstema klasîk a heyî perwerdeyê nedin, li dibistanê zarok dê li gorî daxwaz û eleqeya xwe bên perwerdekirin. Bulbun wiha got: “Em ê li gorî beşan zarokan perwerde bikin. Xebatên me yên teknîkî hatine asta dawiyê. Heta 2 mehan dê înşeate dibistanê jî bê temamkirin.”

Bulbun bilev kir ku ji niha ve nêzî 100 zarokan qeydên xwe çêkirine û wiha got: “Em ê îsal bi 100 xwendekaran dest pê bikin. Em ê bi zimanê xwe dersên xwe bidin. Berê me ev tişt xeyal jî nedikir lê niha em derbasî jiyanê dikin.”

‘Em xweseriya xwe înşa dikin’

Ji mamosteyên KURDÎ-DER’ê Dogan Erguder jî got ku ew ji bo dayîna dersên kurdî amade ne û wiha berdewam kir: “Em ê li dibistanên azad perwerdeya azad bidin. Em ê bi zimanê dayikê perwerde bidin zarokan. Em bi awayeke zelal xweseriya xwe înşa dikin. Em ê sîstema xwe ya perwerdehiye bidin rûniştandin û zarokên me yên ku temînata pêşerojê ne jî perwerdeya xwe bi zimanê xwe temam bikin.”

Ji mamosteya Aydin Koç jî bang li hemû kesan kir û wiha got: “Ji bo pêşeroja me alîkariyê bidin û piştiriyê bidin xebatên înşakirinê.” Koç diyar kir ku ji ber di nava xebetake wisa dîrokî de ye gelekê kêfxweş e.

(sa)