Li Geverê qereqolên nû tên çêkirin
Li gel ku pêvajoya nû artêşa Tirk li navçeya Geverê ya Colemêrgê qereqolên nû ava dike
Li gel ku pêvajoya nû ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin û KCK’ê jî agirbest îlan kir jî, artêşa Tirk li navçeya Geverê ya Colemêrgê qereqolên nû ava dike.
Piştî KCK’ê agirbest îlan kir û hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re didomin, artêşa Tirk li bakûrê Kurdistanê qereqolên nû ava dike. Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan ya dîcle (DÎHA) li 3 noqteyan ên li ser sînorê Bakûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê qereqol tên ava kirin. Hate zanîn ku, 3 gundiyên ku diçûn gundê Gendalok a nêzî 30 kîlometre dûrê navçeya Geverê ye, ji hêla leşkeran ve ji bo çêkirina qereqolê ji wan alîkarî xwestine. Hate ragihandin ku, leşkeran ji gundiyan re gotine "Dê li vê heremî 3 qereqolên nû bên çêkirin. Berê de jî dê hatibûna çêkirin lê ji ber pêvçûn hebûn me nikaribû çêkiribûya, niha hê ku agirbest jî heye em ê çêbikin. Piştgiriyê bidin me. Ji bo xebata çêkirina qereqolê ji me re hêza mirovan pêwîste, em dê we hildin."
Hate gotin ku, qereqolên ku dê bên çêkirin wê li qadên Çimena Abdurahman, Astenga Elî û Meydanok a di navbêra gundên Wargenîman û Gendalokê ne de bên çêkirin. Ev bûyer gundiyan dixe nav fikaran, gundî dibêjin "Ji xwe bi salane em di navbera leşkerên Îran û Tirkiyeyê de diperçiqin. Derdora me mayîn hene. Bi çêkirina van qereqolan re dê bi dehan gundên li vê herêmê bibe girtîgehên servekirî. Yên divê agirbestê veguherandiban aştiyê, niha vê agirbestî weke firsend dibînin û qereqolan çêdikin."
Di sala 2012'an de ku HPG'ê li herema Doskî serweriyê xistibû destê xwe, niha dest bi çêkirina qereqolan dikin. Li Gira Ramon, Çiyayê Sûvarû, Serî Tîlanî yên girêdayên Mîrgan ku di bin serweriya HPG'ê de bûn, niha dest bi xebatên çêkirina qereqolan hatiye kirin. Çêkirina qereqolan şîrketên sivîl girtine ser xwe, ewlehiya wan jî leşker dikin.